Seregol û İntab

80 gundê İntabê hene. Ji wan 14 gund ji Seregolê ne. Seregol, herema herî mezin û fireh ya İntabê ye. Sînorê wê, ji İntabê destpêdike te digihîje Milazgir û Panosê. 

 Zêde

Naskirîyên Seregolê zehfin. Her yekî di dîroka Seregolê da rolekî mezin girtine. Lê belê li ser jîyan û Bûyêrên wan zêde belge û Zanistî nehatine berhevkirin. Li vir, Ji van Nasdaran çend kesan pêşkêş dikin. Zêde

Dengbêj û Hûnermendê Kurdistanî pirin. Dengêj, Nivîskar, Çîrokvan bi bûyer û xebatên xwe va hatine naskirin û bi alîyê gel va hatine qebûlkirin. Wana bi Bûyêrên xwe va Dîrok ji wendabûnê xilaskirine û teze hîştine. Zêde

Qûncikên Helbestan

Qûncikên Çîrokan

Dengbêjî ji bo me Kurdan kaneke wisa ye em dikarin bi sedan salan bikolin zêr zeberan jê hilînin.

Beriya wexta tenê kal û pîran dengbêj guhdar dikirin, zêde kesekî guh nedida naveroka kilamên dengbêjiyê. Zêde

Ez ji Serheda jorîn im. Heya fermana sala 1918an li vê deverê Êzdî jiyane. Çûyîna wan bi kul û derd e, gellek çîrok li dû xwe hîştine. Di bîra civakê de û di pirtukên Erebê Şemo, Heciyê Cindî û Wezîrê Eşo de behsa eş û janên wan salan tê kirin.  Zêde

Behrek. Bipêl. Heta ku çav bibîne şîn. Dexezar carna, carna jî peng, westar. Yekpare, wek dinyayek, makek. Masîk, neheng mesela, kefzer an jî, masîstêrk belkî. Belê, masîstêrk çêtir e, ji ber ku stêrka alema xwe ye. Zêde

Felsefeya ku bingeha xwe dispêre ‘reşbînî’yê, bi hişmendiya ‘dîstopya’yê, di sedsala bîstemîn de belavê her derê dinyayê bûye. Zêde

Çarşema Sor, cejna Êzdîyan ya herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnama kevin de tê pîrozkirin e.  Zêde

Hesenê Gogo - Evdilmecîd

Derî vedibin carna, ji alî çepé yén mîrov de. Heval û hogir, dost û yar dikevin hunduré dilé we. Yan jî sîhek, carna tené sîhek. Lé kifş nake nepena xwe. Zêde

Ez çendek ewil li ser YouTube rastî Şanoya Evdalê Zeynikê hatim. Jîyan û serpêhatîyên Evdal yên sereke weke kurdeçîrokek mûzîkal pêşkeş bûye. Zêde

1 .Êzîdî mirîyên xwe bi Qewl û Beyt û bi dengê lîlandine Qîz û Bûkan dispêrên Axê.

2.Zerdeşt Miryê xwe datînin li ser ciya û zinarên bilind, ji bo Teyr û Tilûr wan biixwin, hin jî miryê xwe disewtînin ev li Hindê heta roja îro jî heye. Zêde

Ahmet Aras nivîskarek me ye ku, bi zêdeyî li ser zargotina Kurda û edebîyata me yê devkî yê bi saya dengbêja heta roja îro hatine, dixebite ye. Gelek li pey çîrok û kilama, serpêhatî û jîyana dengbêja ketîye.  Zêde

Egît û mêrxasek Kurdan,

Şîrhelal û mîrê mîran,

Gurçikpala û qesasê serê dagirkeran,

Xweşmêr û hût behran. Zêde

Yên ku dengbêj Şakiro guhdar kiribin miheqeq rastê kilama “Ferzende Beg” hatine. Di destpêkê de Şakiro bi dilek şewat bi dengek têr:

“Axaoo hey li miiiiiin li min li min… Zêde

 

Bi devê dengbêjê hêja jiyana wî;

Ez di sala 1967’an de li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê û li Gundê girêdayî navenda Bajarê Mûş ê, li Sihag’ê ji dayîk bûm û min ji, jiyanê ra çavên xwe vekir. Zêde

Di salên 90’dan de, li Zanîngeha Stenbolê me helbestên Ahmed Arîf wek ayetên pîroz jiber dikir û bi eşk û kêfek bêsînor dixwand. “Qeydan Kevnkir Min Ji Hesrata Te” piştî waxtek ji alî Felat Dilgeş, hinek jî bi alîkarîya me, ya min û Zana Farqînî bi Kurdî weşîya. Zêde

Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000) … Zêde

Ziman, gazîya ewil ya jîyanê ye. Peyva yekemîn ya hezîyê, tema şîrê dayîkê ye. Celadet Elî Bedirxan di hejmera yekem ya Hawarê de gotîye, “ziman, şertê heyînîyê ya pêşîn e.” Zêde

Wek tê zanîn Wien paytaxta mûzîka klasîk e. Bayê mûzíka klasîk li vê derê rihê meriv sivik dike. Guhdarên xwe hildide li ser ewran tele tel digerîne, di nav dewlemedîya hisîyan de ditevizîne.  Zêde

Keremê Anqosî întelektuelek piralî ye. Folklor, dîrok û Kurdnas, zimanzan, nivîskar û helbestvan e. Me vê axirîyê bi saya communicationa înternetê ewî naskir. Di gelek portalan de nivîs, helbest û xebatên wî pêşkeşkirî ne. Zêde

Di salên 80 yan de li Dutaxê salonek sînemayê hebû. Xwedîyê wê Îsmet bû. Sînema di orta zikê sûka navçê, li hember postexanê bû. Salonek zirav û dirêj bû. Bi zêdeyî havîna vedibû. Zêde

Rojhilat bi çand, hûner, edebiyat, êl û eşîrên xwe di dîroka me de ciheke taybet digire. Gellek alim, dîroknas, fîlozof, hunermend û nivîskarên wek Baba Tahirê Uryan,  Ebû Henîfe Dînewerî, Zêde

Bi navê ResoResoyê GopalaResoyê Qilîwelo dengbêjekî kurd e û yek ji şagirtên Evdalê Zeynikê ye. A rastî ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, Sêwî Silo (Şêx Silo) û dengbêj Gulê mamostayê hemî dengbêjên Serhedî ne. Zêde

Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya. Zêde

Pirtûka “Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê” ji aliyê Weşanxaneya Ceylanê ve hat weşandin. Zêde

 Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê wekî Homerosê Kurdan tê nasîn. Di destpêka sala 1800an de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913an de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye. Zêde

Wek tê zanîn Gabriel Garcia Marquez, ji hostayên herî mezin ya wêjeya cîhanê ye. Gelek berhemên têr û tijî dîyarê edebîyata nûjen kirîye. “Duşeme Sor” û “Di Rojên Kolerayan de Eşq” berhemên herî naskirî ne. Lê tacê tim berheman, bêguman “Tenêtîya Sedsalî” ye. Zêde

Nach oben scrollen