Di Nivîs û Ziman de Yaşar Kemal


“Dengê bilûrê bîstek hat birîn. Tav ji jorahîya Agirîyê wek kerîyek sorgevez xwe nîşan dabû. Sofî xwe ve hat. Qasek li hespê nihêrî, qasek li derî. Hesp jî serê xwe rakir bi çevên xwe yên gir li Sofî nihêrî. Tirsek nedîyar ket dilê Sofî…”
  Ji “Efsaneya Çîyayê Agirîyê”

Di salên 90’dan de, li Zanîngeha Stenbolê me helbestên Ahmed Arîf wek ayetên pîroz jiber dikir û bi eşk û kêfek bêsînor dixwand. “Qeydan Kevnkir Min Ji Hesrata Te” piştî waxtek ji alî Felat Dilgeş, hinek jî bi alîkarîya me, ya min û Zana Farqînî bi Kurdî weşîya. Lê mixabin xêncî carek neweşîya. Ji ber ku xwendevanê Kurdî tunebû û weşanxane zirar kir. Lê ne xem bû, em gihîştibûn mirazê xwe, me Kurdî li “Adiloş Bebe” û hemû helbestên din kiribû.

Her wiha hêrsa me ya li ser Ahmed Arîf jî hinek danîbû. Belê lê, gava me wan helbestên bêemsal dixwand em hêrs dibûn, me digo “çima bi Kurdî nenivîsîye?…”

Hûn dikarin bêjin „ev ne kêmasîyek e, gelek nivîskarên Dunyayê jî bi zimanê biyanî nivîsîne.“  Rast e. Mesela Samuel Beckett nivîskarek Îngiliz e, lê “Waiting for Godot” bi Fransî nivîsîye. Nivîskarê Ûris Nabokov, Joseph Conrad ê Polonî û Halide Edip ê Tirk bi Îngilîzî nivîsîne. Mînak gelek in, gelek nivîskarên Ereb bi Îbranî û Îngilizî dinivîsin. Divê di van de şaşî tunebin. Edebîyata Dunyayê bi van mînakan ve tijî ye. Di wêje û hunerê de hêza xeyalan bêsînor e û awayên nivîsê cûda ne.

Lê di navbera van mînakan û nivîskarê Kurd de gelek cûdahî hene. Li ser rûyê Dunyayê de nêzî 200 welat hene. Di nav  van welatan de bi giştî 6-7 hezar ziman tên xeberdan. Di îstatîstêkên Miletên Yekbûyî (MY) de xûyaye ku gelekên wan bi tunebûnê re rû bi rû mane. Yek ji wan jî mixabin Zazakî ye. Nivîskarên wek Fransî, Îngiliz, Ereb û Ûris xwedîyê ernîgarîya herî fireh ya zimanin. Îro bi mîlyonan însan bi Îngilizî, Fransî, Ereb û Ûriskî xeberdidin. Dîsa bi mîlyonan berhemên wan yên bi nivîskî hene. Zimanê wan herî bi zindî, pêşta û serdest in. Loma ew dikarin bi zimanê xwe nenivîsin. Mesela gava Îngilîzek bi Îngilizî nenivîse Îngilizî zirar nabîne. Lê Kurd û Kurdî xwedîyê heman şansî nînin.

Ziman, gazîya ewil ya jîyanê ye. Peyva yekemîn ya hezîyê, tema şîrê dayîkê ye. Bertekên me ji vî bûn. Me digo em bi destên şaîr û nivîskarên xwe şîrê dayîkan xwe vexwin. Celadet Elî Bedirxan di hejmera yekem ya Hawarê de gotîye, “ziman, şertê heyînîyê ya pêşîn e.” Mixabin em bêparê vî şertî mane.

Rojekî Yuksel Abê yê kurapê min diçe Hacîbotî dibe mêvanekî kalekî gundî. Li cem hev rûdinên, sohbet dikin, çay qawe vedixwin. Kalê behsa zemanê berê, behsa mezina dike, dilê xwe dişewitîne dibê “ewên baş li hespên baş siwar bûn û çûn.” Yuksel Abê  şaş dimîne. Ji ber ku heman hevokî di romana “Demirciler Çarşisi Cinayeti” ya Yaşar Kemal de xwendîye.

Wek tê zanîn Yaşar Kemal Kurd e lê nivîskarê Tirkîtîyê ye. Ew hêrs û berteka me ya ku ji hezkirina wêjeya Kurdî dihat Yaşar Kemal jî bêpar nedihîşt. Ji bo wê hê îro jî gelek ronakbîr, xwendevan û wêjehez ji Yaşar Kemal gazindarin. Serbarîser, wekî ku li jor jî behs dibe, di hin berhemên xwe de çand û taybetîyên civak û cimaeta Kurda vediguhuze Tirkîtîyê. Bi gotinên me yên pêşîyan, bi hin reng û dengên miletê me, bi par û parçeyên kultur û kevneşopîyên me edebîyata Tirkî xemilandîye. Xwezil wan dewlemendîyên çanda me li ser rêya Kurdî bikarbianîya.

Di hevpeyvînek xwe de dibêje “Li malê bi zehfayî bi Kurdî xeberdidan. Ehlên malê bi Tirkîtîyek nîvcî xeberdidan. Lê ti kes bi me zarokan re bi Kurdî xeber nedida. Kê ji me re çi bigota me bi Tirkî bersîv dida. Ez niha kê bi Kurdî çi xeberde fehm dikim. Dikarim bi hevokên kin xeberdim jî. Lê nikarim mesela çîrokek bibêjim. Helbet nikarim binvîsim jî. Nayê bîra min ez kîngê bi Tirkî hîn bûme, nayê bîra min ez kîngî têgîhîştim Kurdîyê.”

Ji kovara “Gulan” re jî gotîye „ez Kurd bûme, ezê Kurd bimirim.“ Di sala 1995an de ji ber ku raportajek daye kovara Alman Der Spiegel,  Mehkema Ewlekarîyê ya Dewletê ewî sucdar dike. Di mehkemê de dibê “we zimanê me birîye, gava hûn zimanê miletekî bibirin hûn wî dikujin.”  

Mînakên wek wiha yên ku li Kurdî, Kurdîtîyê xwedî derketîye gelekin. Dîsa di heman demê de bi ronakbîr û nivîskarên Kurd yên wek Musa Anter re xwedîyê tikilîyên dostane bûye. Ça tê gotin bavê arîşen ya Mehmet Uzun bûye jî. Ji bo her pirtûkek bi kelecanî pîroz û piştgirî kirîye.  Muhsîn Kizilkaya teşvîk kirîye ku  romanên Mehmet Uzun wergerîne Kurdîyê. Di merasîma cenazeya Mehmet Uzun de gotîye: ”Ez Kurd im lê nivîskarê Kurdî nînim. Mehmet nivîskarek Kurd e. Karê xwe ji her tiştî baştir pêkanîye. Rêya bi kelem ya romana Kurdî vekirîye.”

Sadik Efendî yê bavê wî xelqê Wanê bûye, ji Erdîşê ye. Piştî waxta ji xizanî û neçarîyê koç kirîye çûye Osmanîyê, ya Edenê. Yaşar Kemal li gundekî wê navçeyê bûye. Di gund de xêncî mala wan ti malek din yê Kurd tunebûye. Dikare were gotin ku dorhêleyek xerîb de mezin bûye. Lê piştî ku bavê wî ji alîyê zirkurê xwe ve tê kuştin, Kemal bi dayîka xwe re dimîne û bi çîrokên wê mezin dibe.

Heye ku tesîra çîrokên dayîka wî Nîgar Xanim li ser Yaşar Kemal zehf zêde bûye. Belkî bi saya van çîrokên dayîka xwe bi Kurdîya xwe jî hisîyaye. Ji ber ku xalanên wî qaçaxên meşhûr yên wan deman bûne, çîrokên qaçaxa zehf bihîstîye. Mesela Mahiro yê qaçax xalê wî yê heq bûye. Nav û dengê wî ji nav Kurmanc û Ecema, heta Tirkmena belav bûye. Tesîra çîrokên wan qaçaxa di gelek berhemên wî de yên wek “Ince Memed”de xûyaye.

Belê, welhasil Yaşar Kemal her çiqas Tirkitî nivîsî be jî hema bêje di tim romanên xwe de pir hindik behsa Kurda kirîye. Di vê merhaleyê de em dikarin di refên pirtûkxaneyên Kurdî de cîhek bi rûmet jê re cûda bikin. Her wiha Abmed Arîf jî. Her rêzên helbestên Ahmed Arîf jîyan û rihê Kurda û Kurdîtîyê neqş dike. Lê her Kurdekî ku bi Tirkîtî dinivîse, ne Yaşar Kemal û Ahmed Arîf e.

Ew helbest, çîrok û romanên ku nivîskarên Kurd bi Tirkî nivîsîne helbet dibin dewlemendîya edebîyata Tirkî. Her çiqas naverokên van berhema xwe rû, civak û cimaeta Kurdî be jî dîsa bi problem e. Ji ber ku ziman biyanîye û vegotina halê civakê ne wek zimanê dayîkê ye. Her wiha berhemên nivîskarê Kurd, di alema edebîyeta Tirkî de ancax di teniştek dervayî de cîh girtîye.

Wekî ku Azîz Yağan di Nêrîna Azad de gotîye: “Bi rastî jî, Kurdên ku bi Tirkî dinivîsên gundewarên edebîyata Tirkî ne û vê gavê li herema gewr de nin.” Nivîskar di dewama nivîsa xwe de dide zanîn ku wê pîsporên edebîyata Tirkî, ti carî wan nivîskarên Kurd ji wê herema gewr dernexin, daneynin kêleka nivîskarên xwe.

Gengeşîyên wiha ji zûda ve di nav cimaeta wêje û xwendekarên Kurdî de hene. Ça dixûyê wê hê gelek bikşîne jî. Em dîsa werin ser mijara xwe. Gava meriv Yaşar Kemal dixwîne meriv texmîn dike ku îro hebûya û xwedîyê îmkan bûya wê bi Kurdî binivîsîya. Ji ber ku di gelek hevpeyvîn û sohbetên xwe de hesret û xwezîya xwe ya li ser Kurdî anîye ziman.

Lê îro, nivîskarên serdemê divê çi bikin? Bêguman divê bizvirine ser zimanê xwe. Divê xem nekin ku wê neyine xwendin. Neyê xwendin yan jî kêm werne xwendin jî divê li ser Kurdî bi israr bisenin. Nivîskar çiqas binvîsên xwendekar jî wê ewqas bixwînin.

Lê ne tenî nivîs; divê ziman di her qadê jîyanê de serdest be.  

Seregol Seregol


Jêgir:

  • Ağrı Dağı Efsanesi/ R.:14/Yaşar Kemal/YKY Yayınları
  • Yaşar Kemal Kürtçe Düşünüp Türkçe Yazdı/Fidan B. Mirhanoğlu/bianet
  • Kürtlerin Türkçe Yazma Sorunu/K.Sümbül/Rûpela Nû

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen