Ji Payîza Çar Kesan
Ez bêjim sar e, tu bêje germ e lê hênik e, hênkayîyek tenik, zirav û sivik e. Dengê penbûna pelên weşîyayî, xemgînîya darên tezîmayî, hesreta dilên tenêmayî û giranîya bêrîya dûrîya, serûbinîya ba û bagerên hêvîyan e.
Payîz bixwehisîn e, hinek dembûn, arambûn û vegera raya bixwe ye. Heye ku rêwîtîyek be. Lê ne ber bi asoyan, tenê ber bi windabûyan, mij û dûmanan, carna poşmanîyan.
Yekem
Hova kalek, destê wî de darek. Li ser qenepeyek ji textan çêkirî rûniştîye li dûrîya dinhêre. Qapûtek reş lêye, pêsîrên wî rabûne sitîyê xweyî pêçane. Destê wî de têlefonek reş heye, pencera wê temirîye. Pêçîyek wî li ser bişkoka openê ye, dil heye veke lê nabe, venake. Jixwe ka wê çi bêje, payîze û dicemide. Bayê payîzê li ser singê wî reqs dike, xeyalên û jana dûrî û poşmanîya pişta wî qûz dike, serî xar dike, tilî û pêçîyan bêhêz dike. Bra be, payîza wî giran e, werin em jê bihewin.
Duyem
Jinek e, ber devê behrek e. Ne pîr e ne xama ye, ne kin e ne dirêj e lê jar e, jar û zirav e. Kirasek reş lêye, pêşa xwe heta gûzekê ye. Destê wê de reşahîyek heye, dibe ku kulîlk be, lê na, sîdank e, sîdankek kin û reş e. Ji ber ku hewa giran e ew jî bi tevdîr e. Faykê sorê li mila qalind e. Naxwaze bicemide lê dil bi îsyane, li hember soz, qewl û qirara ne, bextê wî payîz e, dicemide.
Guhê wê li pelan e. Pelên behrê jî bêhizûrin. Dikelin, diwerimin, radibin û xwe li delava dixin. Paşê dikevin, diwelisin û vedikişin. Lingê wê şil dikin, serê wê gêj dikin. Vedikişin û ji nû ve, bi hêzek nû, bi quwetek teze û tijî vedigerin, dîsa xwe li delava dixin. Deng didin, dengê xwe tev li bayê payîzê dixin.
Jinika dêre dirêj hêvî dike, ji hêvî jî zêdetir, bi quwetek zexm daxwaz dike. Xwezil, xwazil navê xwe bibihîsta bi fîka bayê û xuşînîya pelên behrê ve… yekî, ji piştê, ji nêz ve navê wê hilda û gazî wê bikira…
Bira navê wê çi bû? De navê wî jî hûn lêkin…
Sêyem
Em îcar li rawestgehek in. Di destpêka rêwîtîyek xortek in. Bejn û porên wî dirêj, rû û simbêl tenik, dest û çepil zexm in. Li ser kursîya rawesgehê rûniştîye, hûn dibên li benda çîye? Belê, ez we dibihîzim, wekî hûn dibên otobus, minîbus, texsî… lê na, li ti erebeya siwar nabe. Erebe tên û diçin, disenin û radibin, lê ew hêz nade xwe, ranabe, hewl nade, naçe. Çima?
Heye ku nawaze here cîhekî, derekî. Heye ku wê neçe, dibe ku derek, cîhek tunebe jê re. Belkî li benda yekî ye. Gelo ew kes mêr e yan jin e, heval e yan yar e, dost e yan nîne, çîye, kêye? Gelo wê were?
Kê çi zane, Kurmanc dibên her Xweda zane…
Çarem
Ez bêjim êvarek zû ye, hûn bêjin esrek dereng e, lê tarî ye, tarî li erdê ye. Lambeyek dişixule. Li malek sê çevî de. Di bin mij û ewrên payîza dereng da. Îşiqek zer dide dora xwe. Sîhên ehlên malê li ser dîwaran digerîne. Dûyên sobê li ser kuleka ketîye. Dûyek spî û xurt dirêj dibe, diçe xwe digihîne ewra, tev li wan dibe, di nav wan de winda dibe. Heye ku hundurê malê germ e, îşiqa zer nîşana hêlûnek şên û biaram e.
Malxê malê li quncikek rûniştîye, piştî şîvê titûn dipêçe. Kevanî çay danîye ser sobê, av dikelîne. Hulmek germ ji çaynik radibe, li nav odê belav dibe.
Li dîwar wêneyek dardakirî heye. Wêneya xortek çê û çeleng, tîtal û civan, biken, bihêvî û jîndar.
Li hundur dê û bav, sobe, çay û wêne. Bêhna titûna malxê tev li bêhna sergînên şewêtî dibe, îşiqa zer ronî dike, hêlûn germ dibe, xweş dibe.
Li derva kurek, qapût li piştê, kum li serî û lepik. Di dilan de xwezî, li kêlekê tifing û payîz.
Çar Demsal Tev Payîz
Ez bêjim sar e, tu bêje germ e lê hênik e, hênkayîyek tenik, zirav û sivik e. Demsal çar in, rast e, lê ji hinekan re her payîzin.
Kalê li ser qenepeya bi texte ye, pêçîya wî li ser bişkoka têlefona ku pencera wê temirîye ye. Jinek hê ber delavê behrê ye, di payîza xwe de tenê ye lê bi hêvî ye, li bendê ye. Rêwî li rawesgehê ye. Esas ne rêwî ye, ew idî ehlî ye, ehlê rawestên jînê ye. Wêne li dîwar e, xwedî li derva, çevê wî li malê ye. Îşiq, sobe û titûn li ser hev, di nav hev de nin. Hundur hêlûn e, derva payîz e.
Demsal çar in lê tev payîzin. Kêmayîya vî nivîsê bihar in. Hêvî li ber rihmin.