Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda

Çarşema Sor, cejna Êzdîyan ya herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnama kevin de tê pîrozkirin e. Li gorî baweriya Êzdîyan, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe.

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezinê baweriya û civaka Êzdîya ye. Ev cejin her sal di roja çarşema yekemîn ya meha nîsanê tê pîroz kirin. Li gorî Baweriya Êzdî, Xwedê dema ku cîhanê diafirîne ev afirandin 365 roj dewam dike û çarşema pêşîn ya meha nîsanê temam dibe. Di vê cejinê de civaka Êzidî hêka dikelînin û renge reng dikin.  Hêk temsîla nû avakirina gerdûnê ye. Di aliyê zanistî de jî dibêjin ku dunya yan jî gerdûn piştî teqîna mezin ku bi zimanê Ingilîzî dibêjinê “Big Bang” pêk tê û gerdûn hatiye avakirin.

Civaka Êzidî bi hezar salan e ku vê cejinê pîroz dikin. Wateya kelandina hêkê ew e ku dema hêj dikele awayî gerdûnê vedigire. Wek tê zanîn di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye. Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê ji bo hemû dunyayê ibadet dike. Paşê ji bo mêhvana serbir tê serjêkirin û şîrnahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkitin ji ber ku dema gerdûn hat avakirin her der bi gulên renge reng hat xemlandin.

Serê sibê her kes berê xwe dide çolê kulîlkên sor berhev dike û dibe mal di gel qalikên hêka bi deriyê malê ve dikin. Wateya vê yekê jî, ji bo ku ji her êrîşê bên parastin. Her wiha di roja cejinê de qalikên hêkê her kes dibe nav dexil û danê xwe ji bo ku Xwedê bereket bavêje nav. Serê sibê yên ku miriyê wan yên nû jiyana xwe ji destdane hene diçin ber mezagehên xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin. Her wisa xwarinê dibin li wir belav dikin. Di roja cejinê de nabê kes biçe ser karê xwe. Jixwe di meha nîsanê de zewacjî qedexe ye.  Sedema qedexekirina zewaxê ji bo rêzgirtina meha nîsanê ye.

Gelek cejinên Êzdîyan hene. Her yek ji wan  xwedîyên wateyên xwe yên taybetin. Lê tim  cejn bi xwezayê ve girêdayîye. Wek mînak. Êzidî di meha 12an ji her sal sê rojan xwarin naxwin yan jî bi rojî digrin. Ev her sê rojî dikevin sê rojên herî kurt yên salê. Cimaeta Êzdîyan van her sê rojiyan digre ji ber ku hingî diçe roj kurt dibe û şev dirêj dibe. Piştî rojîyê dibe cejin. Serbir tên serjêkirin û şirnahî tên belavkirin. Piştî zivistanê dema demsal diguhure havînê jî dîsa di cimaeta Êzdîya hatina havînê wek cejn pîroz dikin. Her wiha rêza xwe pêşkeşî salê dikin.

Wek tê xûyan eyd û erefatên Êzdîyan bi xwezayê re xurte xurt girêdayîye.  Çavkanî: Wîkîpedîa

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen