Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
Ji ber ku ala dijrabûnê ye qulinca di kelpika min de daçikandî,
ji ber ku ez hirsê û îmanê li xercê xwe dixim
û li xemê
û li rûyên çilmisî yên karkeran,
harharîyên serê çîyan dipeke ji min.
Ji ber rika ku min bi alava xwe ve riprast girtî ye,
ji ber ku di berbanga bîbokên min de pêgirtîye,
afîşên mîtînga,
pankartên jîrek,
û bihezaran mîlîtan,
ronahîya deryayên kûr,
sibeyên zor,
ezman û lîloz,
wek kulmek şidyayî dikevine jîyanê…
Ji ber ku min,
keça jê hez kirîye.
wek jîyanê,
keça ku min wek gelê xwe jê hezkirîye,
gelê xwe yê ku min helbesta wê nenvîsîye,
kilama wê negotîye,
wek gelê xwe yê ku bi hezaran û bi hezaran gullebaran bûye,
bi zincîra ketîye,
ajotine cenga,
wek gelê xwe yê ku bi bacan ve girêdane,
di tenêtîya felçbûyî de hîşt,
di nav janên mezin û hêsîrên çavan de hîşt,
kilamên şoreşê,
ku tê de helbestên min wek kêrek diçirise,
û lêvên ku serhildanê hîndike,
bêyê ku carek ramûsim,
destên wê yê ku wek şevek hênik ya havînê dihilperîn,
yek carek negirtî bêxem,
heya gerdan û gozekên wê,
nesûnandî, nesûnandî, nesûnandî,
li şerê navdar da min dilê xwe,
niha ber bi çîyayên aşitî û azadîyê ve dimeşim.
Tu mêr î min biçewsîne
hey parezgerê şêlanan,
qedexeyan,
qehpetîyan…
Keçên min ê kilam dibêjin kerbike,
û lawên min ê qehreman,
destên minê ku hingî mexber kolaye xemgîn, bihêrs,
hingî tov avîtîye bihuner
û hingî kedşêlya ye vikvala
û şopên zulmê
û birçîbûnê
di kendalên xwe yên kûr de digerîne,
destên minê ku kulbeya û tirpana ketîye,
destên minê ku mavzera ketîye
li zincîra bixe heger dikarî…
Lê ku wek jîyan bi nav bikî,
ku bêjî jîyanek wek gîha, wek ka
wek kurma serzikî li erdê
perçiqandî,
kêmdîtî,
kedmêjyayî
Bi he-ti-kî…
Bêyî bihîstina qêrîna bûyîna zarek,
derza bişkojê,
bêyî ramûsanek têr ji singê lerzok
ya berdilka rûbigul,
bitirsonekî,
bişewat,
her roj hê ji kûr ve,
her roj hê tarîtir bi hisîna mirinê,
birçî û bêpişt,
bi kûçiktayî,
ku bêjî ev jîyan e,
bira biderize ev dil bi qirçinî.
Lêbelê axên bi bişehwet,
ku roya dibriqe,
ya gelên kedkar,
roya gelên qehreman
dadigre humdurê xwe,
niha kelekel e,
niha dûrîdest e,
niha bi mêweyên gihîştî ve tijî ye.
Bihar bexçeyên xwe berdide dinyayê
û di lêvên berdilka rûbigul de jîyan,
banga eşkê û şerê li me dike,
ne ku kêr li hestû ketîye,
ne ku tîr ji kevan filitîye,
ji bo bidawîbe,
ev zulma,
ev selteneta bazirgan,
ji bo rojên ronî dibin,
di oxira dinyayek nû de,
li ser rûyên wan serbilindîya wêrektîyê
û hêza biîman ya dinyaya ku şer de ne,
dinyaya ku li hember emperyalîzmê şer dike,
û şervanê civan,
yên biken direvine mirinê,
ji bo ku ala wan pêlbide,
pêlbide, pêlbide,
ji bo ku ronî be dilê westîyayî ya dîya min,
ku bi kîn re digewixe,
diya mênê ku felaketa derbas kirîye,
devê bixem,
diran rakişandî,
çavên ber girînê,
zerava wê,
û sebra wê ya bêdawî
ku çîyan dihelîne,
merhemeta wê,
yanî ji bo paqiş û safî be di çemên zelal de,
tevahîya însanetîya me,
ji bo rizgar be namûsa xwêdana enîyê,
ji bo rizgar be nanê germ,
pîvaza tûj,
û pirtîyên bikulîlk,
me ehdkirîye,
wefa daye,
kelle danîye,
herçî dimirin,
mirîn e,
dostno, dijminno hey,
herçîyên mayî…
Orhan Kotan