Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
Gorî salnameya mîladî, Feqîyê Teyran di sala 1590an de li Mîksa Colemêrgê ji dayîk dibe. Di sala 1660î de jî li Hîzana Bilîsê diçe ser dilovanîya xwe. (Hîcrî 1000-1070)
Navê xwe yê esas Mihemmed e. Şaîr û nivîskarê destan û çîrokane. Navê wê yên wek Feqîyê Têra, Feqîyê Gerok, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mîm û Hê hene. Lê navê herî belav bûyî Feqîyê Teyran e. Tê gotin ji ber ku zimanê teyra zanibîye û bi wan re axifîye loma jê re wisa gotine.
Ji ber ku bavê wî Evdal Beg ji begên Mîksê bûye loma di heman demê navê wek Mîr Mihê jî lê bûye.
Şaîrek ji xwezayê hezkirîye. Di dewra xwe de perwerdayîya medresan hildaye. Yek ji telebeyên Melayê Cizîrî ye. Ji sêlinga Edebîyata Klasîk ya Kurdî ye. Bi Ahmedê Xanî û Melayê Cizirî ve wêjeya Kurdî bi xîmên zexm avakirine.
Hezîya îlahî, eşqê û rastîyê bi hev re hêvisandîye. Lê belê ji alîyê mijar ve pir dewlemend e. Li ser Xweda, ol, pêxember, rûdanên civakî û dîrokî, eşq, xweza û tasavvûfê nivîsîye. Zimanê wî yê edebî ku zehf xurt e, di vegotinê de gelek zelal e.
Metafîzîka sûfîtîyê xwe di berhemên Feqî de him wek vahdetê vicûd (yekitîya hebûnê) him jî wek vahdetê şûhûd (yekitîya xwîyayî) nîşan dide. Xûyaye di bin tesîra felsefeya Farabî de maye. Bi wî, hebûn yek e, her daîm yek dimîne û dualîtî bêîmkan e. Hebûna wî him di ewilîyê de him di axirîyê de ye. Li her derî ye, bi qudret e. Jixwe ev jî xêncî hebûna Xwedê tiştek din nîne. Ev hebûn ezelî ye, zêdebûn, parîbûn, guhartin û tezebûnê qebûl nake.
Di helbestên xwe de Feqî, herd eşqa, ya dunyayî û îlahî bi şêweyek asan lihevtîne. Ew bedewîya ku di xweza, jin û di her hebûnê de ye, di bawerî û hezîya Xweda de dibîne ku ew rastîya teqez e.
Feqî ku di sedsalên 16 û 17.de jîyaye, di berhemên wî de tê dîtin ku di qadên wek kelam, hedîs, fikih, felsefe, mîtolojî û wêje de xwedîyê hostatî û zanîstîyêye. Di hin helbestên xwe de pîvanên arûz pêakanîye. Pêkanîna pîvanên arûz nîşana perwerdayîya medreseyane.
Feqîyê Teyran nûnerê yekem ya Edebîyata Tasavvûfî ya Kurdî ye. Hosteyê qasîdeyên Kurdî ye. Her çiqas bi Erebî û Farsî zanibîye jî berhemên xwe bi temamî bi Kurdî nivîsîye. Her wiha gelek berhem ji edebîyata Kurd re hîştîye, wêjeya Kurdî dewlemend kirîye.
Feqîyê Teyran, ne şaîrê çîna serdest ya civaka Kurda ye. Ew bûye qelema bihêz û nefspiçûk ya gundîyên kedkar yên ku wek wî di şertên zor û zehmet de jîyane ye. Ew jî wek tim Şaîrên Tasavvûfî yên Gel derdê xwe asan, hêsan û herak vegotîye. Berhemên xwe bi zimanê xelqê nivîsîye. Her wiha kê Kurdî zanîbîye, bi hêsanî têgîhaye.
Feqî xwe wek telebeyê teyrên bêtewan û bêguneh, wek rêhevalê wan dîtîye. Ji pirsgirekên civakî û sîyasî yên serdemê dûr nemaye, her piştgirîya gelê kedkar û feqîr kirîye.
Feqîyê Teyran, bi jîyana xwe ya navdest û ehlê zanetîyê ve li aramîya hundurîn gerîyaye. Ew, bawerîya bi Xwedê ve li hember derdên dunê sebir kirin e.
Berhemên Wî:
Qewlê Hespê Reş
Şêxê Senan
Qiseya Bersiyayî
Ey Avê Av
Xan Dimdim
Bersîsê ‚Abid
Sîseban
Ay Dilberê
Çavkanî:
- Wîkîpedîa: Feqîyê Teyran
- O.Mahabad: Ezilenlerin Sesi Feqîyê Teyran
- M.Agirî: Feqîyê Teyran Hayatı ve Eserleri – Bernamegeh
- Islam Ansiklopedisi: Feki-yi Teyrân