Sîyaben û Xecê

Şivan Perwer, melûm e, hunermendê herî mezin û bin av û deng ya Kurda ye. Ne hewce ye ku em li ser giranbihatîya hunera wî bisenin. Bê guman dengbêjê evînê, evîna ye. Evîna wî ê herî mezin welat e, welatparêzî ye. Lê ew di hunera xwe de gelek cara li ser birîna dila, dilketîyan jî disene. Gelek kilamên wî yên li ser eşqê û evîna beşerî heye. Mesela “Xeydokê” em dikarin bêjin destanek e. Her wiha gelek yên din hene. “Xezal xezal” jî yek ji wan e.

Di “Xezal” de evîndar gelek gazin û sîtema dike, dikeve nav derd û kula û ji destê van xwe diavê pêsîr û pêşa Çîyayê Sîpanê, Sîpana Xelatê…

“Îro min bala xwe da Çîyayê Sîpanê Xelatê,

Berfê lê kirîye oy  Xezal…

Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çîyê de hêlûn çêkirîye oy cefayê…

Sala par heta van çaxa Xezal ya min bû,

Sala îsal mêrê heram rabû lêlê dewa lê kir…”

Her wek Şivan Perwer gelek hunermend û denhbêjên din jî di gelek kilamên xwe yên cûr be cûr de behsa Sîpanê dikin. Wek mînak yek ji wan jî Hozan Serhad e:

“Kê here axa Tetwanê

Wê bibîne çîyayê Sîpanê

Cîh û warê Sîyabend û Xecê

Xemla rewşa Kurdistanê…”

Ji ber ku Kurd çîyayîne huner û evînên wan, jîyan û serpêhatîyên wan bê çil û çîya helbet nabû ye… Gelek çîyayên Kurda hene, ne hewce ye ku em li vê derê behsa wan bikin, tev jî warê şer û dewên Kurda bûne her tim, tê zanîn. Lê din av wan de em dikarin bêjin, tenê Çîyayê Sipanaê Xelatê, çîyayê evînî û evîndarîyê ye.

Sîpanê Xelatê  bilindahîya wê 4.058 m’ye.  Yek ji çiyayên mezin ên Kurdistanê ye. Sîpan li berava bakurê Gola Wanê ye. Li serê çîyayê Sîpanê Xelatê Serpêhatiya Siyabend û Xecê derbas dibe û herd evîndar li wî derê diçin ser dilovanîya xwe. Ji ber vê Sîpanê Xelatê li wêjeya kurdî de cîhekî girîng digre. Jixwe ev sedema mijara me ye jî.

Em werin ser çîroka xwe, çîroka Siyabend û Xecê:

Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû. Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî.

Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê biketa aqil ji serê wî diçû. Lê dilê Xecê di ev xortê me ê çeleng da bû.  Mixabin  Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re bîne.

Bavê Xecê Kurdekî dewlemend bû. Wî dizanibû ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî dewlemend, ku bikaribe qelenekî pir ji bistîne.

Meriv ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr nedibû. Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û dikeniyan. Lê dema ku behsa qelend dibû, Xecê digiriya. Siyabend li ber dilê wê digerîya û nedihişt ku ew bigirî.

Wî digot,“bi çi awayî dibe bila bibe, dixwaze bila bi rindî be, dixwaze bila bi xirabî be, heta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, destê min ji Xecê nabe…“

Gava qîz, bûk û xortên êla Zîlan top dibûn û diçûn bindarûkê, ku Siyabend û Xecê didîtin,  ecêbmayî diman, devê wan xwar dibû û li wan dinhêrîn. Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort dicivîyan, ku nedihatin hejmartin. Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.

Gelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.

Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xecê revand bir ser Çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn. Pir bextewar bûn, ku miradê wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû.

Dema ku Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xecê bi porê wî şa dibû, bi carekê de dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de gakûvîyek direve û sê gakûvîyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya delal ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin ser. Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend. Siyabend, ji xewê bazda ser xwe. Wî bala xwe dayê ku Xecê digirî, pirs kir:

“Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê ehd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be,  me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te…”

Xecê got:

“Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.”

Siyabend:

“Ku wisan e, tu çima digirî?”

Xecê got:

“Gavek berê gakûvîyekî, gakûvîyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dilê min giriyê min hat.”

Siyabend:

“Ka, bi kîjan alî ve çûn?”

Xecê destê xwe dirêj kir û got:

“A bi vî aliyê han de çûn.”

Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe hildan û got:

“Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan im. Çawan gakûvî werin di cem min re derbas bin…”

Siyabend li pey gakûviyan ket û çû. Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir ku lêxe, gakûvî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin gelî.

Xecê ma ne ma, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi serê wî de hatiye. Xecê, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, Siyabend tunebû. Xecê gelekî geriya, lorîya, paşê hat binê gelî.

Çawan ku gihişt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser Siyabend, lê çi bibîne! Darek di pişta wî re çûye û di sîngê re kiriye der.

Xecê li ser derd û kulan re got:

“Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.

Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.

Kê dîtiye, kê bîhîstî ye, ku nêçir, nêçirvan bikuje.

Gakûvîyo, te strudirêjo weke bejna mino,

Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,

Strudirêjo weke dara sûkê,

Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê?…”

Siyabend li Xecê vegerand:

“Xecê, Xeca min a delal,

Çawan nebû mirazê min û te,

Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,

Çêkira konekî rind û delal.

Xecê meke, melûrîne,

Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne…”

Her wiha tê gotin Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Paşê Xecê jî, li wir, xwe ji zinêr diavêje jêr.

Çawa ku çîrokbêj û dengbêja ji berê de gotine û gîhandine me, her sal du gulên sor li ser mexberê wan de vedibin. Tên ku hindik dimîne xwe bigihînin hev,  kelemek dertê dirêjê navbera wan dibe, nahêle ew bigihîjin hev. Tê gotin, ew kelem qoçê gakûvîyê ye…

Belê, ev destana evînî ji wek glek destan û çîrokên gelên din yên Dinyayê bi trajîk bi dawî dibe.  Em dikarin bêjin Sîyabend û Xecê, beramberê Leyla û Mecnûn a Ereban, Ferhat û Şirin ê Persîyan, Ramses û Kleopatra a Misirîyan,  Napolyon û Josephine  a Fransîyan û Romeo û  Juliet a Îngilizan e.

Ev jî çîroka  me ye, çîroka me Kurda ye ji wêjeya Dinyayê re…

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen