Evdalê Zeynikê 1800 - 1913)

Gava mirov dibeje dengbêj, peyva yekemîn tê hişê mirov ku ew Evdalê Zeynikê ye. Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê wekî Homerosê Kurdan tê nasîn. Di destpêka sala 1800an de li gundê Cemalwêrdî ya girêdayi Dutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913an de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye. Evdal temenekê pir dirêj jiyaye. Gorî neviyê wî Emerê Zeynikê Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranser Kurdistanê geriyaye.

Navê bavê Evdal Mistefa, navê dîya wî jî Zeynê ye. Evdal di sê salîya xwe da bavê xwe winda dike, sêwî dimîne û dîya wî, wî mezin dike. Sedem vê yekê ye ku ew her tim bi navê dîya xwe tê nasîn û heta dawîya temenê xwe, heta îro jî wek Evdalê Zeynikê tê binavkirin. Evdal zarokek taybet bûye. Bala xwe daye neheqî, welatparêzî û dewlemendiya civakê. Evdalê Zeynikê, di zaroktiya xwe de heyranê xweza û jiyanê bû.

Bi tena serê xwe diçû deşt û zozanan, nav bexçe û ber çeman. Guh dida dengê avê û çivîkan. Evdalê Zeynikê têkiliyeke xurt bi jiyanê re daniya. Jiyan pir kûr hîs dike. Car caran derdikeve çolê. Bi zinaran re bi kûlîlkan re sohbetê dike. Derdê dilê xwe dide wan, êşa xwe dide wan. Car caran tê nav jiyanê bi gundiyê xwe re bi cînarê xwe re der haqê felsefa jiyanê de diaxive.

Taybeytiye wî ev bû ku ji deşt û zozanan gelekî hez dikir, ji mirovan, ji heywanen hez dikir. Evdal evînê jiyanê bû. Evdal heta 30 salîya xwe, di gundê xwe da kar û barê rênçberîyê dike.  Di wan salan xwe da tu car kilamek jî nestiraye. Evdal di 30 salîya xwe da şevekê xewnek dibîne û di bin bandora wê xewnê da dimîne. Nexweş dikeve, sedem nexwaşîyê, jîyana wî bi mehan di nav nivînan da derbas dibe. Tê gotinê ku di dema nexwaşîya wî da stran û melodîyên ku heta wê rojê nehatine bihîstin, ji devê Evdal derdikeve.

Ji nexwaşîyê xilas dibe, lê ji wê rojê şûnda şev û roj distirê û bi sedan kilam û stranan li pê xwe dihêle. Piştî mirina Evdal, Dengbêjên Serhedê stranên wî distirên û bi deng û awazên xwe ekola wî het îro jî didomînin. Di kilam û stranên Evdal da evînî û hîciv bi giranîyek mezin û bi hev ra cîh digrin. Jîyana Evdal di nav feqîrîyê da derbas dibe. Evdal bi xwe jî mirovekî bejn kin û zirav e. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de pir behsa qulingan, Temo, Gulê ( Dengbêj Gulê ), korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî hwd dike. Gihîştinên xwe kiriye stran. Dilê wî ketiye dengbêj Gulê. Gulê di dîwana „Sirmelî Memed Paşa“, de eslê xwe Fileh (Ermeni) an jî nemisilman bûye. Evdal di civatên axa û began de dengbêjiyê dike. Evdal di kilam û stranên xwe da xwe wiha dide nasîn: “Siyarê Kuvî û Bavê Temo.“

Temo lawê Evdal nîne. Evdal wî di dema koçberîyê da, di nav pêçekê da li serê rêyekî dibîne. Pêçeka wî ji erdê radike, hembêz dike û bi xwe ra dibe. Wek lawê xwe wî mezin dike, ji zarên xwe yên heq venaqetîne û navê wî Temo lêdike. Jiber ku Temo xwe sêwî nebîne, di kilam û stranên xwe da, xwe wek Siyarê Kuvî û Bavê Temo bi nav dike. Evdal di kaltîya xwe da nexwaş dikeve, kor dibe. Bi çavên xwe yê kor havîn, zivistan Qulungeke baskên wê şikyayî xwedî dike. Roj tê bi awayekî ronîya çavê Evdal lê vedigere û Evdal wek berê pêşîya xwe dibîne. Tê gotin ku bi dîtina Evdal ra baskê Quling jî baş dibe. Evdal mesela xwe û Quling di gelek kilam û stranên xwe da distirê û vedibêje.

Evdal bi hezaran stranên dengbêjiyê diafirîne. Mixabin piraniya wan êdî nayên bihîstin. Celadet Elî Bedirxan dixwest stranên Evdal tomarbike. Ji dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî alîkarî dixwaze lê pir bisernakeve.

Evdal bi dengbêjên hemdemî wekî jina xwe Gulê, Sêwî Silo (Şêx Silo) hwd re dikeve pêşbirkan(lecê). Carekê bê rawestan sê roj û sê şevan didome ev pêşbirk û Evdal biserdikeve.

Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Mehmet Uzun bi navê „Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê“ pirtûkek li ser Evdal nivîsiye.

Kilamên Evdalê Zeynikê

Evdal kilama Xozanê u Dêrsimê zef hez kirîye. Wexta ku Evdal ber sekerata mirinê de bûye ji kurên xwe re dibêje ku wan her du kilamên min tu carî bîr nekin.

•Wey Xozanê
•Dîber
•Şêx Ronî
•Hayê li min
•Lo Mîro
•Lê Axçik Canê
•Sincarî Talo
•Ezê ji teyra teyrekî hur im
•Evdal û Şêx Silê
•Minê Li Hafa Nexşê Nexşîwanê
•Dêrsime xweş Dêrsime
•Heyla Wayê
•Evla Begê Mîrê Zirav
•Hekîmo
•Evdal Kor e
•Qulîng li serê me ha neke
•Wey kaliyê wey korîyê
•Evdal kore rê nabîne
•Eyşo rabe çirê vêxe
•Roj di Qolîbaba da welgerya (Kazoyê Garisya)
•Haylê Metê
•Rabe Rabe
Ezê bi diharê Qelenyê diketim (dema şerê 1885-1890)


Çavkanî

1 – Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, Weşanên Deng
2 – Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Mehmet Uzun, Weşanên Îthaki
3 – Ehmed Cengiz Çamlibel:Evdalê Zeynikê
4 -Bülent Gündüz: Evdalê Zeynikê Belgefîlm.


Nivîs:  Adem Acar

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen