Ahmedê Xanî
Gava meriv ji Agirî’yé derté û berî xwe dide Bazîdé, réyek béçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî 100 km heye, li ber meriv diréj dibe. Réwîtîya ber bi Bazîdé, ji ber ku ré dikare we bibe her derî, ji bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Ré, dikare we bibe bin xeté, bike mévané eşîrek çîyayî. Her wiha, dikare we derxe Çîyayé Araraté, bike hevalé şevgerén hemdem, an jî téke Qesra Îshak Paşa, bigihîne dîroka qedîm. Belé, réwîtîya ber bi Bazîdé xweş e, dîmenén der dora bedew e. Gava hûn nézî Bazîdé dibin, ger hûn bi şans bin, wé ew dem li ser çîyé ewr tune be. Hûné li ser ré, ji dûr ve bilindahîya çîyé bibînin. Li ali milé rasté a bilind, li alî milé çepé jî a piçûk, wé xwe peşkeşî ber çavé we bidin. Her wiha hûné bihesibînin ku hûn diçin dikevin nav ziké çîyé. Wé çavé we ne li ser ré, lé wé li ser çîyé be. Hûn nakevin nav Bazîdé, hûné bikevin bin bandora dîmena Araraté… Her wiha hûné bi dewlemendîya Araraté bihisin û di binpéşé de çavén xwe li wateyén qedîm û hema bibéjin kevneşop bigerînin, dilén xwe ji serpéhatî û nehatîyén Kurda re bişewitînin.
Di bin péşa vî çîyayé herî bilind de kesek qedîm heye ku, ev 300 sal e razayî ye: Ehmedé Xanî, yek ji dewlemendiya Araraté ye. Di sala 1651 de li Çolemérgé, li Gundé Xanî hatî ye diné. Di 14 salî xwe de dest bi nivisê kiriye. Dema ku „Mem û Zîn“ temam kiriye 44 salî bûye. Xanî, di sala 1707 de li Bazidê wefat kiriye. Gora wî li wir, di bin péşa Araraté ye û tirba wî ziyaretgaha xelkê ye.
Ehmedê Xanî, berhemén gelek bedew û bi rûmet péşkeşî edebîyada Kurda kirî ye. Wek té zanîn Mem û Zîn, berhemé wî ya sereke ye ku di sala 1695 de çap bûye. Xéncî vî Nûbihara Piçûkan jî berhemen din a naskirî ye. Eqîda Îmanê, Eqîdeya Îslamê, Fî Beyanî Erkanî Îslam (Beyanata Erkana Îslamé) berhemén wî yén din in. Ehmedê Xanî ne tené nivîskar û wéjezan, di heman demé de fîlozof e jî.
Ehmedê Xanî dersén xwe yén feqîtî yé bi Erebé hildide, her wiha Erebî hîn dibe. Di wan deman de yén ku xwedîyén îmkan bûne perwerdehîya xwe di dibistanén feqîyan de pék anîne. Ji bo Ehmedê Xanî ew îmkan çé hebûye. Ew jî diçe Bazîdé, dest bi Medreseya Mûradîyé dike. Lé li wir namîne, piştî wexta, perwerdehîya xwe li medresén Xelat û Bilîsé didomîne. Paşé diçe Botan û Mezopotamyayé. Pévejoya axirîyé ya perwerdehîya wî li medresén Bexda, Şam, Heleb û İrané derbas dibe.
Té gotin ku Ehmedê Xanî diçe Kâbeyé jî tavaf dike. Di berhemén xwe de xûya dike ku çûye Mısıré jî. Bi taybetî, li medresén Sûrîyeyé de felsefe Yûnana Antîk, di medresén Mezopotamya û Îrané de tasavvûfa Îslamé fér dibe. Li wan dera li ser astronomî hûr dibe û teknîka şîir û huneré hildide. Di heman demé de, dîsa li wan dera Feqiye Teyran, Ehmedé Cizirî, Hîpokrat, Platon, Aristo, Farabî, Şahabettîn Sûhreverdî, Mihyeddîn Erebî, Elî Herîrî, Fîrdevsî û Ömer Hayam dinase, li ser eser û xebatén wan dixebite. Ehmedê Xanî, piştî demajoyek dewlemend ya perwerdehîyé û piştî gerek berfireh ji bo dîtina dinyayé, bi îlm û îrfanek kûr dîsa vedigere Bazîdé, dest bi dayîna dersa dike. Yek ji taybetén balkéş ya Ehmedê Xanî welatparézî û gelperwerdehîya wî ye. Ew, di waxté xwe de li heremé, péşengé ronahî bûné bûye. Em dikarin bibéjin ku di tim remanén wî de téma bingehîn ev e. Ew nemaze li ser yekîtî, péşketin û azadîya Kurda sekinî ye. Di berhemén xwe de rewşa Kurda ya nebaş, jihevbûyî û bindest wek pirsgirekek lezgîn ya ber çareserkiriné ditîye, bi giranî li ser sekînî ye. Péşveçûna çand û ziman gellek girîng dîtî ye, ji ber wé, berhemén xwe, wek té zanîn, bi Kurdî nivîsî ye.
Ehmedê Xanî her çiqas alimek welatparéz bû ye jî, lé tu car nijadperest nebû ye. Ehmedê Xanî dîrok, çand û qîmetén olî ya xelqén cînar wek nézikahîyek biratî dîtî ye û wisa nirxandî ye. Ehmedê Xanî mamostayek baş û péşketî û pîsporé zimane jî. Felsefe, teolojî û edebîyata waxté xwe baş xûnaftî ye û li ser xîmén berhemén xwe reşandî ye. Xéncî Kurdî, serdesté Erebî, Farisî û Osmanî jî bû ye. Di Mem û Zîn de,bi awaya dahûrîna bûyara ve xwendevan ji xwe re dike heyran û sermest dike. Vegotiné xwe vecîzî ye. Di fikir û vegotinén xwe de bandora Arîsto û Eflatûn xûya dike.
Ji ber ku pîsporé ziman e bi awakî hésan zimané Îslamî, yanî Erebî hîné zarén Kurda dike. Ji bo hînbûna ziman, metodén pratîk ku xelq bikaribe bi hésanî fem bike saz dike. Di Nûbihara Piçûkan” de dibéje. “ Ne ji bo sahîp rewacan, belkî ji bo piçûkén Kurmancan.” Her wiha xûya dike ku îlm û îrfana xwe ne ji bo zûmreya dewlemenda, lé bi giranî ji bo gel û bindesta bikar anîye.
Welhasil, Fîrdevsî ji bo Îranîyan, Eflatûn ji bo Yûnanîyan çi be, Xanî jî ji bo Kurda ew e. Di civaka de, ji beré heta îro, her daîm şexsîyetén girîng û péşeng gihîştine. Hinek ji wan Péxemberin, berdevké hézén îlahî ne. Hinek ji wan leheng in, alén siûda gelen xwe ne. Hinek ji wan jî alimin, niçîrvané sir û nagîhanén dinya û jîyané ne. Her wiha Ehmedê Xanî jî di vé qategorîya dawîn de ye. Ji ber ku Xanî, li ser jîyané û péşveçûna însanîyeté sekînî ye û di xebat û berhemén xwe de krîterén îlmî û felsefî ya gerdunî bikar anîye, ji boyé navé wî di qonaxa felsefe û zanîstîyé de cîhek birûmet girtî ye. Aristoteles, şagirté Eflatûn, memostayé Îslenderé Mezin e. Di dema xwe de bingeha felsefeya antîk avakirî ye. Alimén Îslamé, yén ku Aristo li ser atmosfera Îslamé nirxandine, jé re gotine “mamosteyé yekem.” Farabî, béyî ku ol û bawerîya Îslamé li der ve bihéle, şîroveyén nû li felsefeya Arîsto dike û réya tasavvûfé vedike. Nérîna,“xwesteka meriv, efendîyé kaînaté ye” berhema vé ekolé ye. Her wiha Farabî ji bo péşveçûna civaka metodén zanîstî yén nû formûle kirî ye. Ji bo vé û xebatén herî dewlemend yén Farabî, di alema îlmî ya Îslamé de, Farabî, piştî Arîsto, bi “mamosteyé duyemîn” hatîye binav kirin.
Ehmedê Xanî mîratkaré herd memostaya ye. Xanî xwestî ye ku hiqûq bi otorîte re bizewice û pé re bibe yekvicûd. Ji bo Xanî, azadbûn û bextewarîya ferda, bi otorîteyek hiqûqî ve girédayî ye. Azadîya ferdî, beramberé azadîya xwesteké ye. Yanî dikare were gotin ku Ehmedê Xanî, bavé fikir ya dewleta bihiqûq a azadîxwez e. Yan jî bi gotinek din, formûlesazé dewleta hiqûqa demoqratîk e. Ji ber van xebatén Ehmedê Xanî yén sosyalî, sîyasî, felsefî ûhwd. piştî Arîsto û Farabî, jé re gotine “mamosteyé séyemîn.” Nivîskar H. Mem, di pirtûka xwe ya “Mamosteyê Sêyemîn Xanî” de li ser vé mijaré bi firehî disene. Îro, nemaze dîrokzanén felsefeya rojhilaté qebûl dikin ku ne Xanî ne jî Farabî, bi qasî Arîstoteles hilnehatine ber çavan. Farbî û Xanî, wek Arîsto, ku fîlozafek bi nav û deng ya dinyayé ye, nehatine naskirin. Farabî ji alî devdorén zanîstî çiqas hatibe bi sînorkirin, Xanî jî ewqas ne hatîye ronîkirin. Xezîneya wî nehatîye kefşkirin. Di bin péşa Araraté de, hé îro jî veşartî ma ye. Belé, gava meriv ji Agirî’yé derté û berî xwe dide Bazîdé, réyek béçiv û rast, fireh û pak, ku bi qasî 100 km heye, li ber meriv diréj dibe. Réwîtîya ber bi Bazîdé, ji ber ku ré dikare we bibe her derî, ji bo gelek ehlî û welatîyan bi heyecan e. Ré, dikare we bibe ba Tirba Xanî, di dilé we de bibe sedema peydabûna hizûr û aramîyek bésînor, we li wir bihéle, ji zeman û mekané biqetîne, bibe sedsala 17’an, derxe hizûra îlm û îrfana qedîm ya Ehmedé Xanî… Li heremé té gotin ku kesén réya wan ber bi Bazîdé dikeve, ger ku neçén serîk li Tirba Xanî nedin, kar û şixulé wan lihev nayé, di tu emelé xwe de sernakevin û nagihîjine miradén xwe. Ji vî, gava berî we dikeve Bazîdé, bihélin bla ré we bibe cem Xanî. Heye ku xezîneya veşartî, li benda aqilé we.