Bi Şaşî û Nebaşîyan ve Şanoyek

Ez çendek ewil li ser YouTube rastî Şanoya Evdalê Zeynikê hatim. Jîyan û serpêhatîyên Evdal yên sereke weke kurdeçîrokek mûzîkal pêşkeş bûye. Helbet ji bo berfirehîya çand û hunera Kurdî xebat û berhemek gelek biqîmet e. Dîyalogên bi Kurdî, helbest û kilamên dengbêjîyê bi cil û bergên Kurdî yên demê gelek xweş û bi serketî pêşkeş bûne. Gava min temaşe kir min got “belê ez dibim şahidê lîstikek Kurdî ya mûzîkal.”  Jixwe performansa lîstikvana jî gelek serketî bûn.

Şano berhemek ji berhemên Şanoya Çîya ye. Nivîskarê şanoyê Kurdê Tavya, derhêner Osman Kurtalan e. Şano ji alîyê Nefel Produksîyon ve li ser tora medyayê belav dibe. Mûzîkên şanoyê jî gelek serketîne. Derhênerê mûzîkê Seyîd Riza Sîlbus e.

Di şanoyê de Evdalê Zeynikê Ronî Ardil pêşkeş dike. Delal Serhed Gulê, Osman Kurtalan Şêx Silê, Harun Hêvî jî Tahir Xan pêşkeş dikin. Her wiha bi giştî 30 karekter  cîh girtine. Helbet divê meriv Temo û Eyşê jî ji bîr neke. Temo bi performansa Xelîl Yûsif, Eyşê jî bi performansa Rûken Omer ve pêşkeş dibin.

Wekî ku min li jor jî got, ji bo dewlemendîya çand û hunera Kurdî û dîsa ji bo pêşketina şanoya Kurdî xebatek gelek bi qîmet û serketî ye. Lê divê em hin kêmasî, xeletî û şaşîyan jî bînin ziman. Ez bixwe rexnegirê şanoyan nînim. Ji alîyê teknîka lîstikvanîyê, yan jî teknîk û hunera şanogerîyê nikarim tiştek bêjim. Min bixwe wek çavek temaşevan sahneyan, kostûm û lîstikvanan gelek eciband. Ezê bi destûra we di vê nivîsê de li ser naveroka çîroka ku di şanoyê de pêşkeş bûye bisekinim.

Di dîyaloga Tahir Xan Beg û Evdal de em dibînin ku Evdal weke dengbêjek gerok hatîye nîşandin. Dîsa di domahîka çîrokê de wekî Evdal bi zêdeyî li cem Tahir Xan Beg sekinîye hatîye pêşkêşkirin. Lê herkesê ku haya wî/wê ji Evdal hebe dizane ku ne wisane.

Tahir Xan kê ye?

Tahir Xan Beg ji rohilatêye û li hember Dewleta Îranê rabûye lê ji ber îxaneta miletê xwe têkçûye. Şêx Silê dengbêjê Tahir Xan Beg e. Tahir Xan ne mîrek ji welatê Serhedê ye, ew mîrek ji Kurdên Îranê ye. Navê gundê wî, Qelenî ye. Ji ber ku Şêx Silê dengbêjê wî ye, loma jê re dibêjin „Şêx Silêyê Qelenîyê.“

Di wan zemana de walî yan jî qaymeqamê dewlata Îranê bû ye. Piştî waxta li hember Şahê Ecem serî jî hildaye, bi qasî du sala dîl ketîye, paşê hatîye berdanê. Evdal li ser şerê wî û Şahê Ecem bi navê „Ez Bi Dîharê Qelenyê Diketim“ kilamek ji derxistîye.

Heye ku nivîskarê şanoyê agahîya xwe yê şaş ji Mehmed Uzun hilda be. Jixwe Mehmed Uzun di rûpela 25’an ya “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” de Evdal wiha dide nasîn:

„Ew evîndarê Gulê, bavê Temo, zirbavê Meyro (…) dengbêjê mîrê Kurda Tahir Xan, heval û dostê giregir, beg, mîr û zanayên Kurda bû.“

Halbûkî Evdal ne evîndarê Gulê ye, ne bavê Temo ye, ne jî dengbêjê Tahir Xan e.

Rastî di kilaman de xûya ye, lê Mehmed Uzun, wekî gelek mijara, evî rastîyê jî li ser xwe de tewandîye. Di kilama Evdal de tê gotin, „Bi dizgîna Gogerçîn girtine, berê wê dane Kela Makûyê.“ Lê Mehmed Uzun ku haya wî ji vî kilamê tune ye, Tahir Xan li Stenbolê dîl dide girtin û dîsa li Stenbolê dişîne ber rihma Xwedê.  (rûpel 76)

Wek mînaka jorê, em dizanin ku Tahir Xan bi Şahê Ecem re şer dike, têk diçe, dîl dikeve û li Kela Makû ya Îranê du sal girtî dimîne, paşê tê berdanê.

Lê Mehmed Uzun tîne Tahir Xan bi paşayên Osmanîyan re dixe şer û dişîne Stenbolê. Gelo mîrek Kurda ku mîregtîya wî di nav sînorê Ecem de be, wê çima were bi Osmanîyan re şer bike?

Çîroka şanoyê ez dibêm vê ahahîya şaş ya Mehmed Uzun referans hildaye û eskerî Osmanîyan dişîne qesra Tahir Xan Begê.

Evdal Dengbêjê Kê ye?

Dema ku Evdal û Şêx Silê di leca ku heft roj û heft şev kişandîye de li hember hev rûdinên Evdal jî dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Jixwe tiştek ecêb û kêmasîyek mezin e ku di şanoyê de qet behsa Surmelî Mehmed Paşa nehatîye kirin.

Dîsa em di lîstikê de rastî navê Cemalverdî jî nayên ku gundê Evdal e. Wek tê zanîn Cemalverdî gundek ji gundên Seregola Intabê ye û îro li ser Dutaxa Agirîyê ye. Evdal li wir bûye, li wir mezin bûye dîsa li wir gihîştîye dengbêjîyê. Evdalê Zeynikê berîya ku bigihîje Surmelî Mehmed Paşa li dîwana Hesen Begê Sîpkî û di şevbihurkên heremê de dengbêjî kirîye. Piştî wexta ku bi Gula File re dikeve lecê û serdikeve bi xwesteka Paşê diçe digihîje Paşê. Werin em bi kurtasî çarçoveya jîyana Evdal xêz bikin.

Evdal

Di sala 1880’an de li Cemalverdî ji dayîk dibe. Evdal li Cemalverdî heta 30 salîya xwe rêncberîyê dike. Piştî 30 salîya xwe, tê gotin ku Evdal xewnek dibîne, nexweş dikeve û bi mehan ji nav nîvîna dernakeve. Evdal di demajoya pakbûnê de dest bi melodîyan dike û kilam jê tên… 

Her wiha Evdal, dibe dengbêjê Seregol û Serhedê. Navdengê wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Paşa, Evdal hildide dewat û dîwanên xwe, Evdal dibe dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa.

Evdal di wan deman de du dengbêjên bi nav û deng, di dîwan û dewata de têk dibe. Tê gotin ku Şêx Silê sê roj, dengbêja File Gulê ancak dikare 7 roj li ber Evdal berxwe bide. Evdal her wiha dibe “Şahê Dengbêja…”

Her çiqas ku hezkirîyên wî, ewî wek şahê dengbêja bi nav dikin jî, ew her tim dibê “ez bavê Temo me” û di kilamên xwe de her gazî Temo dike …

Gava Surmelî Mehmed Paşa li ser navê Dewleta Osmanî diçe Kozanê, ser Avşara, diçe Edenê  ser Kozanoğlu Evdal jî pê re ye. Rêya sefera Kozanê ji Dersîm re derbas dibe. Hevnasîya Evdal ya bi Dersîm re û kilamên li ser Dersîmê ji vî seferê tê.

Surmelî Mehmed Paşa li Kozanê wefat dike, Evdal jî dizvire tê Serhedê. Evdal 113 sal emir kirî ye. 1913 de wefat kirî ye. Mexberê wî îro li İntabê, li gundê Melehesen e.

Bi kurtasî jîyana evdal wek li jorê ye. Lê em di şanoyê de pevxistinek gorî vê çarçoveya jîyana Evdal nabînin.

Evdal û Gulê

Xêncî van hûrgilîyek gelek girîng heye ku dîsa di lîstikê de bi şaşî pêşkeş bûye. Ew jî rasthatin û hevnasîya Evdal û Gulê ye.  Di şanoyê de Evdal û Gulê di dîwana Tahir Xan Beg de rastî hev tên û parçê kilama lecê de gava Evdal xwe bi Gulê dide nasîn dibê “ez ji rêyek dûr, ji Xamûrê hatime.” Lê ev şaş e, him naverok şaşe him jî kilam xirab bûye. Rastî wekî din e.

Li welatê Serhedê tê zanîn, salêxê mêrê qenc e, rojek li Xamûrê dewat e. Siwarê dewatê herî giran Surmelî Mehmed Paşa ye. Hatîye Xamûrê, li mala dewatê dîwan danî ye, meclîsa dewatvan û siwaran li dorê kom bûne. Gula File jî ku dengbêja Paşê ye li dîwan û dewatê  ye.

Gula File, dengbêja Surmelî Mehmed Paşa ye, li Serhedê bi nav û deng e, ne xercê ti dengbêj û şaîra bûne ku li hember deng bidin.

Evdal gava ku bi dewatê û Gula File dihise, ji Cemalvêrdî hespê xwe siwar dibe heta êvarê xwe digihîne Xamûrê. Ew  û Gulê li dîwana Paşê sê roj û sê şev didin ber hev. Qaîde û isûla cumaetên Kurmanca ne, gava ku mêvanek tê dîwanê, dîwanbir bi meqam xêrhatin lêdike. Gulê jî wê qaîdeyê ji bo Evdal bi cîh tîne, lê Evdal nas nake. Di kilama lecê de ev rûdan wiha tê ziman:

Gulê dibê,

Lo mêvano tu bi xêr hatî

Ji kuda tê, kuda diçî

Ji bo çi ximetî hatî

Tu bi xêr û silamet biçî…

Evdal dibê,

Ez şahê dengbêja Evdalê Zeynikê me

Li Serhedê qesasê serê şaîr û dengbêjê xelkê me

Ez ku biqîrim dengê minê ji vir here erdê Ecem e

Ez ji rêya dûr hatime

Gulê ez îro mêvanê te me…

Gulê dibê,

Evdal tu bi xêr hatî ji wira heya vira

Bejna min dişxule mînanî mûm û çira

Tu were em bi hev re bistêrin

Mînanî xwûşk û bira…

Evdal dibê,

Lê Gulê hatim Xamûrê lo ha li dil e

Bejna Gulê tayek rihane

Li ber avê mîna pelga şil e

Gulê bi şêst awazî dixwîne

Xwedê dizane him şalûr e him bilbil e…

Leca wan wiha destpêdike û bi gorî qasêdên qasidvanan sê roj û sê şev didome. Lê wekî me li jor jî got, di şanoyê de Evdal ji Gulê re dibe “Ez ji Xamûrê hatime.”

Dawîng

Jenerasyona teze ya ronakbîr û xwendîyên me gelek bi qabîllyet û bi kelecanin. Kelecanî û qabîlîyeta wan gava ku digihîn hev sebir nakin. Dixwazin zûtirî dest bi kar û bera bikin. Li ser mijar baş hûr nabin, bi têra mijar û karê hilnadin danaynin, li serî û binî nakolin û bi israr li pey rastîya çîroka nakevin. Yek jî mixabin, xwe ji tesîra paradîgmaya sîyasetên serdest naparêzin. Bi vî halên xwe serbixwebûna hunerê jî ji bin sîhên zinarên mezin û kevn dernaxin.

Nivîskarê şanoyê Kurdê Tavya, xwezil, berîya ku vê şanoya ku xwedîyê qadroyek qelebalix û bi serketî ye, binivîsîya, hinek dîrok, jîyana Evdal û çanda dengbêjîyê bixwanda. Belê, ez nivîskar di derheqê çanda dengbêjîyê de jî kêm dibînim. Heger ku nivîskar çanda dengbêjîyê baş bizanibûya dengbêj Gulê û Şêx Silê wek “rûspî” lanse nedikir. Di çend sahneyan de xulam ji bo ku rûspî derên hizûrê ji Tahir Xan Beg destûr dixwaze, dibê “rûspî hatin.” Rûspîyên ku tên jî Şêx Silê û Gulê ye. Kîjan dengbêj ji kîjan beg û mîran re rûspîtî kirîye ez nizanim.

Me di serê nivîsê de rengê rexneyên xwe wek kêmasî, şaşî û nebaşî nivîsî. Kêmasî û şaşî wek yên jorê ku me rêz kirîne dibe ku bêhemdê meriv bin. Lê nebaşî wek kêmasî û şaşîyan mahsûn nîne. Nebaş, tişta bi zanetî gorî fikir û nêrîna xwe ditewîne, diguhurîne û manîpule dike. Ji bo nebaşa rastîya mijara girîng nîne, mijar û realîte divê li paradîgmaya wan were, lê neyê dikara tahrîb bibe.

Bi hêvîya ku hunermend xwe ji sîyasetan bişon û wisa kar bikin…


Nivîs: Seregol Seregol

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen