Destana Emê Gozê

Egît û mêrxasek Kurdan,

Şîrhelal û mîrê mîran,

Gurçikpala û qesasê serê dagirkeran,

Xweşmêr û hût behran.

Em behsa Emo dikin, Emoyê Gozê,

Bra Gozê bêje, min çok danî erdê,

Min ji xwe re anî ewladekî xêrê,

Bra Kurd pê serbilind bin hetahetayê.

Emê Gozê mêrxas û egîdekî Kurdan e,

Ji herema Xerza ye,

Koçer in, ji Elîkan şaxê Remîyan e,

Gozê dîya wî ye,

Gundê wî li Qubînê bû û navê qesra wî Qesra Bazemsê bû,

Ji vê qesrê re Kelha Baxêmsê jî tê votin,

Eşîra Elîkan li Xerza bi heywanxwedîkirinê debara xwedike,

Emê Gozê jî yek ji xortên egîd û mêrxasê eşîrê ye,

Osmanî gelek xûlkî û bac ji eşîrên Kurdan digirin,

Û gelek xortên wan dibin dixin şeran, piranîyan wan jî venagerin,

Alayên Hemîdîye yên Paşayên Osmanîyan Ebdulhemîd wan sazkirîyan,

Ji mêrxasên Kurdan saz kiribûn,

Her carê berê wan didan ser duwalekî,

Û heta hine caran berê wan didan ser eşîrekî,

Ji wan bixwe û bi vî awayî nedihîştin kes ji wan serê xwe rake.

Emê Gozê yek ji wan kêm kesane ji vê çavsorî û zilmê nerehet e,

Û bi mêrxasî li ber radibe,

Ne tenê li ber radibe, li şûna Osmanî ji wan xûlkî bixwin û bacê bigrin,

Ew bi ser wan de digre talan û tarişê wan radike,

Bi vê re jî nav û dengê wî çêdibe, xelq jê hez dikin,

Îcar ev jî dibe sedem serekeşîrên din çavnebarîyê bikin,

Ji ber ku ew carna bi Osmanîyan re ne, carna jî li ber radibin,

Lê Emê weke wan nîne, bi ti awayî li ber Osmanîyan danayne,

Di erîşên xwe ya dawî ya li ser Osmanîyan de,

Derbeke mezin li wan dide,

Dest datîne ser gelek talan û tarişên wan,

Gelek eskerên wan jî dikuje û gelek jî jê birîndar dibin,

De Emê kurê Gozê ye, Gozê şêrejinek e,

Îcar çawa ku Kurd dibêjin, “berxê çê ji ber kozê ye”

Ew mêrê çê û egîd di serî de pizmamê wî Simê Osmanê serokê eşîra wan,

Dibe kelemê çavê gelek serekeşîran,

Li ser vê, Osmanî hemûyan li dijî Emê Gozê radike,

Nexasim ji zarokên Çeto Axa û çete axayên din.

Şerê Çeto bi Emê Gozê re li ber Kevirê Qul,

Nêzîkî bajarê Bilîsê diqewime,

Ew şer teqrîben berîya Şoreşa  Oktobirê ya Ûris e,

Bişar bi birayên xwe ve bi Emê Gozê nkkarin,

Loma xwe dispêrîn Osmanîyan,

Eskerên wan didin kêleka xwe û bi ser Emê de diçin,

Bişarê Çeto û çeteyên Kurd, bang li Emê Gozê dkkin,

Ku ew li ber Osmanîyan serî bitewîne,

Xwe bisppre ber bextê wan.

Ça ku dengbêj dibêjin,

Emê Gozê bi devê tifingê bersîvndaye, qîriyaye.û gotîye,

“Emê Gozê me, hûtê berîyê me,

Beranê herîyê me Bişar xayîno”

Bişarê Çeto jî qîrîyaye û gotîye,

“Emo lawo were rayê,şheger tu têyî rayê, were rayê,

Heger tu nayê rayê,

Qesem dkkikmbi navê Xwedayê,

Min anîye vê sibê alaya hikûmatê,

Bi Cemîlê Bira, Elîyê Ûnis

Qewmê çîyê û cambazê Deşta Mûşê,

Ma qey tu merî ku bi erdê ve bidebirî,

Tu ne şûka ezmanî, tu bifikirî,

Welleh û billeh ti felata te tuneye,

Ji nav dest û lepên min e.”

Emê bersîv didê û dibêje,

“Bişaro lawo,

Ez Emo me, Emê Gozê me,

Ez berxê dê, bersnê bava me,

Ez qisasê serê mêrê çê me,

Tu dizanî ku kuştina min heye,

Lê ti car reva min tuneye.”

Bişar dîsa gazî dike, dibêje,

“Ez Bişar im, Bişarê Çeto me,

Tu dizanî ku xilasîya te ji dest û lepên min tuneye.”

Gozê, dîya Emo bang dike dibê,

“Emo lawo,

Tu vê sibehê rabe,

Derbekî berde bejn û bala Bişarê Çeto, Bînbaşîyê Romê pê re,

Herçî esker in, çavê malîyên wan li rêya wan e, ew gune ne,

Heger tu vê serê sibehê ranebî,

Derbekî bernedî bejn û bala Bişarê Çeto,

Û Bînbaşîyê Romê pê re,

Bra ji heft rojan vê de, şîrê pêsîra min,

Li te jehr û heram be,

Û bi erd û ocaxê te vede.”

Emê Gozê bi sê dengan dike gazî û dibê,

“Gozê lê dayê,

Ma tu nizanî ez Emo me,

Emê Gozê me, berxê dê, beranê bava me,

Min sondxwerîye bi sonda qesemê,

Ku kuştina lawê te Emo heye,

Lê reva wî tuneye,

Heger tu bawer nekî,

Vaye ji te re lingên min,

Li qeydê ne,

Destê min li kelepçê ne,

Û heger tu dîsa bawer nekî,

Vaye mifta qeydê di birca odêye,

Di cêba qapûtê xalê min Hesenê Osman de ye.”

Emê Gozê piştî gazîya xwe ya ji dîya xwe re,

Dîsa li Çeto vedigere û dibêje,

“Bişaro, ez Emo me, Emo,

Emê Gozê me,

Ez ne yê zirt û farta me,

Here zirt û polên xwe bike,

Li kêleka tola jina xwe,

Ma tu nizanî ku li ba me,

Gava şer û cenga giran be,

Wekî ku şahîya dewatan be,

Bi heft def û heft zirnan.”

Bişarê Çeto bang lê dike û dibêje,

“Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihêyê Emer,

Lawo malên tucara bidin, weri rayê,

Heger hûn neyên rayê,

Ezê îro Qesra Baximsê bidim bayê,

Alîyekî bikim sekla tewla canîkê hespa ye,

Alîyekî ezê bikim kadîna kayê,

Ezê berê zar û zîrçê we bedim Bexdayê.”

Emê Gozê bi sê dengan bang lê dike, dibê,

“Bişaro, bi serê bavê te kim,

Herçî hûn mala Fara ne,

Malekî malmezin in, parsûhişk in,

Xeber di serê we de naçên,

Ezê îro malê tucara bidim, werim rayê,

Hetanî sax bim li heyata Dinyayê,

Lê serê min li ber êl û eşîrên giran hilnayê,

Piyê min li qeydê ye, mifta qeydê li jorê,

Li cem Hesenê Osman e,

Min sozek daye mala Hesenê Osman e,

Îro di kozika kolanê de kuştina min heye,

Ti car nayême rayê.”

Gozê bang li kurê xwe dike,

“De lêxe Emê Gozê de lêxe,

Enîya pozberana de lêxe,

Le bavê mino şer giran e,

Îro hûnê bi hev re lêxin,

Navê nam û namûsa lawa li Dinê xin,

Navê revê pîs e, giran e,

Li pey malbata mala bavê min û xwe nexin,

De lêxd Emê Gozê, de lêxe,

Mihêyê Emer, Hedenê Şêxo

Çend peyayê kozika bavê min bûno,

Şer giran e, bi hev re lêxin,

Îro qûndaxa tifinga li erdê xin,

Nam û navê namusa li Dinê xin,

Navê revê pîs e, giran e,

Li pey malbata mala bavê min û xwe nexin.”

Sîsilê bi sê denga li pala qesrê dike gazî, xibê,

“Dara qesra kekê min bi gilgil e,

Dara avahîya kekê min bi gilgil e,

Dengê top û tifingên hikûmetê, bêşatêşê Mala Faro,

Ji siba Xwedê ve li ser qesra kekê min rebenê bi xurexur e,

Qesra kekê min di kortê de,

Avahîya kekê min di kortê de,

Tim baran û payîzan çiqas xweş e ji herbê re,

Îro çiqas Bişarê Çeto ji mala xwe rabe,

Qal û benda li kekê min girêde,

Bi helahela navtêdanê,

Berê tifinga dane kozikê kolanê,

Destê xwe avitine ser mîratê tetîka bi hev re tilî dane,

Heyfa min nayê li wê heyfê,

Cinazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihêyê Emer,

Maye li Hedîsê Ziwikê, li kozika kolanê.”

Seyrê dibê,

“Mihemedo lo bira,

Havîn e, ji kula dilê min bira, ji te re xweş havîn e,

Xelqê der û bêderên xwe hildane,

Li kozik û muderîsê Mala Rema necadîne,

Mala Rema malekî ber û mêrî ne,

Ti mêrê me Mala Rema li ser hev de tunîne,

Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşîn e.”

Mihemedo dibê,

“Lêlê Seyrê, dîya min bûyê,

Xwîşka min, ez nizanim, havîne ji kula min û te re xweş havîn e,

Xelqê der û bêderên xwe hilanîne,

Ez zanim, Mala Rema malekî ber û mêrî ne,

Ti mêrê me Mala Rema li ser hev de tunîne,

Ji berê de ji mala bavê min û te re maleke mêşîn e,

De bala xwe bide Bişarê Çeto,

Bi zabit û qumandanan re li pala qesrê rûniştine,

Ji îro pê ve golikên gundan jî kekê te nahewîne,

Xwûşkê reben…”

Sîsilê bi sê dengan li pala qesrê dike gazî, dibê,

“Emîne de lêlê dayê,

Bi qîr û qetrana Helebê, bi zaca Misirbînê, bi tenîya Besrayê,

Şareke reşa Hamûdê li dora serê xwe û te pêçayê,

Tu bala xwe bide bi Qaymeqamê Kopê ve,

Bi Qaymeqamê Elmedîna ve,

Bişarê Çeto bo heft bavê Pencînaran ve,

Bi çend kesê Çerkez û Bêzarê Deşta Mûşê ve,

Bi Şêx Silê, şêxê Gelîyên Zîlan ve,

Bi Rema jêrîn ve, bi Rema jorîn ve,

Bi Simê Osman, pizmamê xayîn ve,

Ji siba Xwedê ve bi ser qesra kekê min rebenê lawo,

Ji xwe re hicûmçî ne.”

Gozê bi sê denga dike gazî,

“Emo lawo de lêxe,

Bra tirsa te tune be ji eskerê dewletê kurê xelqê ye,

Gava teqîn bikeve tifingê,

Xwîn bikeve erdê, bira li bira nabe xweyî ye,

Bra tirsa we tunebe ji eskerê Elîyê Ûnis kewê çîyê ye,

Weke kewê ji xwe re bikeve deştê ye,

Bra tirsa we tunebe ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê ye,

Tê belgî û doşega nazbalgîva talana ji xwe re dibe direvîne,

Bra tirsa we tunebe ji her sê zarê Çeto ye,

Yek jê Cemîl e, yek jê Bişar e, yek jê Genco ye,

Bra tirsa we tunebe ji Mihemedê Dewrêş bavê Şemsedîn, kekê Meysê ye,

Hefad û xweşmêr e, kuştîyê ber xelqê ye.”

Emê Gozê bi sê denga dike gazî,

“Gozê lê dayê,

Tirsa min tune ji eskerê dewletê kurê xelqê ye,

Tirsa min tune ji eskerê Elîyê Ûnis kewê çîyê ye,

Tirsa min tune ji Emînê Ehmed lawê Perîxanê ye,

Tê terş û talana ji xwe re direvîne,

Tirsa min tune ji eskerê Bişarê Çeto bavê Şebo ye,

Tirsa min heye ji wê tirsê, Simê Osman malik şewitî,

Pizmamê xayîn e, îro bi kozik û deverê me dizane.”

Elê heyla lê dayê,

Bi hela hela nav tê danê,

Berê xulama dane Hedîsê Zêwikê,

Li ser kozîka kolanê,

Berê tifinga dane kozîka kolanê,

Davên bi hev re tilî danê,

Heyfa min tê li wî heyfê,

Cinazê Emê Gozê, Hesenê Şêxo, Mihêyê Emer,

Îro mane li Hedîsê Zêwikê dayê,

Ji xwe re li kozîka kolanê…

 


Gelêrî

 

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen