Di Hucrek de

Di Hucrek de dem, ya xeman e. Havîn e. Şev, torînî ya xwe vedijîne. Tarîtî, xwe dinirxîne. Bedewîya hîvê berbiçav dibe. Stêrk hey dibriqên, hey ditemirin. Hîv, carna dide der xema xwe.  Carna vedişêre ronahîya xwe, carna şewq dide, bextewarîyên piçûk dişîne dinê. Tarî, ku xwezaya şevê ye, li ser rûyê dinê, wek tabloyek wêne ye. Li ser, neqşên dîmenên ji jînê hene. Li quncek, şevger hene di çolên welat de. Li ser pişta wan çek, bin ronahîya hîvê dibriqin. Li quncek din agirên qucikên gundîyan  dixuyên. Sitîlê mezin li ser in, savar dikelînên, li ber devê çemek de. Û bajarek.  Di navendê de rewnakên lambên sûkê dixuyên. Mîrov hingî ji navendê dûr dikeve rewnaq kêm dibin. Jixwe li taxa quncik ya rojavaya bajar de lambe jî, rewnaq jî naxuyên. Lê gava tax bi dawî dibe, mîrov êdî hêvîya xwe ji dîtina lamban, ji berdewama taxê dibire, ji nişkê ve golek rewnaqên spî û gur xuya dike. Wekî ku li wêderê tarî bêhukum mabe, serdestîya xwe winda kiribe. Di tabloya şevê de ew der gola ronahîyê ye. Di nav de sîh hene. Sîh, yên avahîya ne. Li devdor û baxçên wê de lambên mezin bi rewnaqên spî her der ronî dikin. Sûrên baxçê bi têlên bilind û qalind çêkirî ne.  Li doralî nobadarên biçek hene.

Ev der girtîgeh e. Girtîgehek mezin e. Tê de hucrek heye. Hucrek piçûk, teng. Di hucrê de xortek, di dil de xem hene. Xort, dirêj û qemer e. Di hiş de serpêhatî û bîranîn, di beden de tengasî hene. Dem dema xeman e. Şev e.  Şev, torînî ya xwe vedijîne, tarîtî ya xwe dinirxîne. Tenêtî çî ye? Bêguman, bêkesî ye. Di rojên teng de, vala mayîna destên mîrov e. Ev xortê qemer û dirêj tenê nîne. Ji ber ku bêkes nîne. Gellek kes hene niha li cem, di xeyalan de. Heval, bi gotin, kirin û fikrên baş ve. Dilketî, bi çav û birhîyên reş ve. Û malbat. Lê niha bav, tenê bav li cem e.

Di hucrek de mêrek çê û çeleng, porê xwe yê gur û spî ber bi paş şeh kirîye. Enîya xwe derxistî ye holê, rûniştî ye. Lê kifş nîne ku ka gelo ew li quncek hucrê rûnişti ye, yan quncika hucrê ketîye ber bextê wî? Li cem, xortek dirêj li ser pê sekinî ye. Belê dirêj e, ji ber ku dirêj e hinek xwar sekinî ye. Serî li ber, dest li ser zik, wisa biaram e. Ew jî wek mêrê çê xwedî çermek qemer, fikrek qemer û xwedî pêşnîyarek dûrûdirêj e. Difikire; ev mêrê çê, li derva, li gund, li bajar û li vir, di vê hucra tarî de, çi mêrek e. “Gava ku dimeşîya ba dihat, yan meşa wî bixwe bi ba bû nizam, hewa diqelişî, sûk diqerimî li benda sekna bayê dima.”*

Heta hîjdeh salîya xwe, li deşt û zozanên İntabê li ser pişta hespê mezin bibû. Bavê wî ew zewicandi bû. Ji gundek cînar, qîzek ji re xwasti bû. Geh cotkarî dikir  di xortanîya xwe de, geh mêranî. Geh bin pêşa Qertewînê, li ber agirên gur, dibû hevalê şivanên bavê xwe, geh  di mêrg û zevîyan de, aligirên pala û gundîyan bû. Lê ew sal, yanî di hîjdeh salîya xwe de bavê xwe winda kir. Sedema mirina bavê wî tengezarîya dilî bû. Lê li ser gellek hatibû xeberdan. Li ser wê apê wî yekî sûcdar kir. Fermana lêdanê jê re derxist. Axirî, di hîjdeh salîya xwe de bibû xwedî dijmin. Rojek, gava ku ew û dijmênê xwe rastî hev hatin, jê re got: “Hay ji xwe hebe, ezê li te xim.”

Ew sal havînek hênik ya welatê Serhedê bû. Bihara ku ji zû ve hatibû tevdîra xwe yê çûyînê didît. Ew sal, gellek  qarxûn bi avên berfa ku ji çîyê dihelîyan tijî bibûn. Qarxûn wek mizgîniyet biçoş dikişîyan, dihatin rasta Seregolê. Ew sal gîha pır û xurt, simbilên genim tiji bûn. Kifşe bû ku dê bibûya salek têr û tîjî, dê bibuya salek bibereket… Ew sal hat girtin. Bîst û çar sal ceza xwar ji mêrkujîyê. Hê  hîjdeh salî bû.

Belê, yekî wiha ye ew mêr di quncê hucrê de. Gava ku li wir e, kifş e ku ne li hucrê, li tu quncê jînê hilnayê. Yan jî mîna ku bêje, divê mîrov li tu quncê jînê hilneyê. Enîya wî li hemberê dinê vekirî, porê wî yê gewr, te digo bi dûyê cixarê çêbûye, şehkirî ye. Serê wî daîm bilind maye, ji bo wê bedêlên giran daye, lê qet kifş nekirî ye. Ew jî raza bû di hepsa de, ketibû hurcê teng û tarî. Di tengasîya bêmahîya azadîya emrê xwe de, yanzdeh sal derbas kiribû. Yanzdeh zivistan derneketibû nêçîrê. Yanzdeh bihar li ser derbas bibûn, berf nexwaribû li çîyê. Di havîna de, li rasta gundê xwe, meydan nedabû hespa xwe. Di yanzdeh salan de li hepsên bajarên cûda, li Agirîyê, li Erzînganê û li Siwasê raza bû.

Xeberdide. Wek bedena wî yê dirêj, dirêj dibe hevokên wî. Kelîmeyên wî, wek rabûn û rûniştandina wî, bi heybet in. Xeberdide. Gava ku xeberdide mîrov nikare li çavan binhêre. Ji wî, ev xortê ji bo ku dirêj e hinek xwar disene, nikare serê xwe bilind bike û li çavê wî binhêre.

Piştî yanzdeh salan li Nîxde’yê derketiye ji hepsê. Dinya bi çavek din dîtî ye. Bi dilek teze hez kirîye ji jînê.  Malîya wî çûye ser dilovanîya xwe. Sê hep kurên piçîk hîştî ye.  Ji nû ve zewicî ye. Pênc kur û qîzek berhemên vê zewacê ne. Ew xortê dirêj û qemer jî yek ji wan ne. 

Guhdarê wî ye xortê dirêj û qemer. Guhdarê wî ye bêdengîya li ser dîwarê hucrê. Bêdengîya sermedîyê ku ji dîwarê hepsê derbas bûye, hatiye, ketiye hundur. Guhdarê wî ye tunebûnî jî. Tunebûnîya li hundurê hucrê. Tunebûnîya zarên ku di demsalên welatê xwe de, piştî sala li dû xeyalên ku ji destê xwe kirine ketine. Lê piştî sal û demsalên dirêj xeyalên xwe xeyîdandine. Ji vê ye êdî, xwedîyê xeyalên windayî ne. Ew zarên xwedîyê xeyalên windayî, gava ku li wê derê bûna, wê ew jî li ber vî bavê çeleng, wek xortê dirêj û qemer li wê derê, wisa biaram bimana…

Niha êdî xortê dirêj û qemer xeberdide. Hûrik hûrik destpêdike, dirêj dirêj didomîne. Hingî xeberdide vedibe, hingî vedibe difikire, hingî difikire mezin dibe. Mezin dibe, nêzê bavê xwe dibe.

Evînî çî ye? Ne tenê bengînîyek bikelekel ya li hember mîrovek e. Hin kesên ji nav me, carna dibên evîndarê welatan jî. Xêncî welatan, hinek ji me dibên evîndarê têgeyan jî. Ma carna tenê têgehek, nabe sedema jîyana mîrovên wiha? Eger ku ne wisa bûya, mesela, heye ku Che niha hebûya. Gava mezin dibên, di nav kolanên civakan de serî yên tewyayî dibînin, aciz dibên. Dadmendî dixwazin. Ku nabînin qebûl nakin. Helbet serê xwe natewînin, lê diwazin serîyên tewyayî jî bilind bibin. Ji ber vî daxwazê dibin evîndar. Dibin evîndarê welatên bindest û têgehên windayî. Êdî agirê bengînîyên bikelekel di dilê wan de vêdikeve. Agirek wisa ye ku, heta têneyên windayî neyên dîtin û li nav civakên welatên bindest neyên belav kirin, natemire. Ji ber ku evînî, ne tenê bengînîyek bikelekel ya li hember mîrovek e.

Gotinên kurê xwe nabire bavê çeleng. Ranabe, hevokên kurê xwe yên dirêj, di voltayên giran de nagerîne. Xem nake, xwar nabe, serê xwe natewîne. Guh nade sîha ku ji ber ronîya çilmisî dirêj dibe, diçe hilpasî dîwar dibe jî. Wek ku gazin bike li dîwarê kevir yê  bêmerhemet û sar nanhêre. Destê xwe li ser porê xwe yê gewr, te digo bi dûyê cixarê çêbûye, nagerîne. Wekî ku difikire nasene. Bi siûda xwe qayîl nabe, ji bêtirsîyê natirse, nahulkume. 

Ev xortê me yê dirêj û qemer jî evîndarek wiha ye. Ji ber ku dirêj  hinek xwar sekînî ye. Mezin bû ye, neheqîya qebûl nekirî ye. Rê da ye agirên bengînîyan, di dil de vêxistî ye. Derketîye çîyayan şer kirî ye. Astengîyên bilindahîyên çîyayan binpê kirî ye, ji jorahîya wan, bi çavên evînîyê li welatê xwe nehirî ye. Roj hebû ye tî, birçî maye. Şev hebû ye bêxew, dem hebû ye bêtitûn maye. Heval windakirî ye di pevçûnan de. Birîn dîtî ye, birîndar dîtî ye. Hêvî û qehramanî, fedakarîyên însanî yên li ser çîyayên bilin dîtî ye. Roj hatî ye ew jî birîndar ketî ye. Ji ber parçên bombeyek ji çavên xwe yê rastê bû ye. Piştî du salên xwe yê nehêsan de, di pevçûnek de dîl ketî ye. Ji wî ye niha li hucrê ye. Xortê dirêj û qemer ku dirêj dirêj xeberdida, dît ku hevokên xwe yên dirêj, di bedena bavê çeleng de dihele, diçe. Gelo şaş bû? Heye ku ew hevokan ji dîwarên bêmerhemet yên hepsê derbas bibûn, çûbûn e İntabê. Bi tevê dengê havînek ve ketibûn guhê palekî.  Pale di îstireheta nanê nîvro da ye. Belkî ew pale, gava ku bi nanê tendûrê qotek ji savara ber xwe çêdike, bi dengek havînê re, bi pêjna mêrê çeleng bihise.

Di hîjdeh salîya xwe de derketî ye çîyê. Di bîst salîya xwe de hatî ye girtin. Sî û şeş sal ceza xwarî ye. Ev şanzdeh sal e girtî ye. Hinek jar bû ye. Êdî biberçavk bû ye. Li girtîgeha Wanê, Dîyarbekirê û Mûşê raza ye. Niha anîne Erzeromê. Ji ber ku teze anîne xistine  hucrê.

Hê guhdarek bisikûnet ya kurê xwe ye bavê çeleng. Guhdarê kurê xwe yê ku li ber, ji bo ku dirêj e xwar disene û gava ku xeberdide li çava nanhêre, ye. Belê yekî wiha ye ew mêr, di quncê hucrê de. Lê kifş e ku ne li hucrê, li tu quncê jînê hilnedihat. Yan jî mîna ku bêje, divê mîrov li tu quncê jînê hilneyê. Enîya wî li hemberê dinê vekirî, porê wî yê gewr, te digo bi dûyê cixarê çêbûye, şehkirî ye. Mêrek dirêj e. Xeberdide, guh dide, difikire. “Ku milê xwe yê dirêj vedike, wekî qedehek iraqê li erdê dixe*” dixuyê.

Gede dirêj e. Diponije. Wek bîrdarek teniktîya dilan disekine. Ji bijangan, wateyên demsalan dibarîne. Li cîhek dûr, ku xêncî wî kes nabîne dinhêre. Heyfa xwe ji kiryarên xwe yê kirî nayne. Lê ji yên nekirî mane re tîne. Poşman e. Lê ne ji kirinên xwe. Poşmanê nekirîyan e.

Gava ku xeberdana xwe diqedîne, li ber bavê çeleng, piçûk dibe dîsa, ditemire.  “Min bibaxşîne, ji bo rojên ku min ji te dizî ne” dibêje ji bavê çeleng re.  “Te tiştek xelet nekir” dibê bavê çeleng, jê re. Ev fikrên ku piştî sala, ewî nêzê bavê xwe kirî ye, kê bizanibe çiqas sekinî ye di quncikên hişê wî yên tarî de. Wê di hundurê dîwarên bêmerhemet de, pênc roj derbas bibin giran giran. Dîwar, êvara bi ronahîk zer xwe dida der, biroj di sîhek tarî de xwe ditelîne. Wê penc  roj çawa derbas bûna di nav wan dîwaran de? Penc rojên bêdengîyê, penc rojên kûrahîyê, yên mîna bêdawîtîyê…

Xortê dirêj, ji ber ku dirêj e, dikare dirêjî paşeroja bibe, dîsa tenê dimîne di nav wan dîwarên bêmerhemet yên hurca xwe de. Ronahîyek zer, dîsa bêdilê xwe, li ser diwaran xuya dike. Kifş e êvarek din hatî ye. Rojek din jî kêm dibe dîsa di hucrê de.

Êdî hew dikare bavê xwe di xeyalê xwe de bigre. Tenê, dîsa tenê dimîne û êdî naxwaze dirêjî bîranînên kevn bibe. Jixwe, ka xortek mîna wî dikare dirêjî çiqas rojên ku paşta ma ye bibe? Lê di jîyana wî de, gellek tiştên girîng hebûn ku ew li ser bifikire. Ev ji her halê wî, ji sekna wî, ji çavên wî yên ku van dîwarên hepsê yên bikevir diqelişîne ve kifşe ye. Belê, di vî emrê xwe yên ciwan de gellek dîtibû, derbas kiribû. Gellek tiştên giran li ser xortanîya xwe de tepisandibû. Mîrov hingê dijî, di kûrahîya hundurê xwe de bi jînê dihese. Mîrov hingî dijî, bi janên wek parçên şekirê şikestî, yên ku di qirika mîrov de kîp maye, dihise. Ew niha xwedîyê xîçên şekir e ku di qirika wî de kîp maye. Heta nehele, jê xilas nabe. Min dixwest ez li cem bûma wê heftê; hevalê wî yê hucrê  bûma. Divê min destê xwe bida ser milê wî, bi wî re birçî bimama, bi wî re tî…  Divê min bi wî re parvekira cixarenekişandinê. Gava ku diponijî, serê xwe ber bi her alîyên milên xwe werdigerand û digot “na, divê wiha nibûya,” ez li cem bûma. Min dixwest, awirên wî yên di bin bijangan hilda û li ser çevên xwe bida. Min dixwest, di hucra ku bi dîwarên bêmerhemet û bi kevêrên sar ve çêbûye de, bibûma sebrek piçûk jê re… Yan jî bibûma kevirek di wan dîwaran de…

“Heye ku alîyê te yê însan diêşe. Bla be, dîsa jî tu xwe negre. Ev dora min e, bihêle ez biêşim di dewsa te de…” **


*Ece Temelkuran,

**Birhan Keskin/Ba/Metis


Seregol Seregol

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen