Mem û Zîn
Ez mame di hîkmeta Xudê da
Kurmancî di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm
Ahmedê Xanî
Bi Girîngî û Xanî’yê Xwe ve Mem û Zîn
Gava hûn bixwazin bibin rêwîyê Bazîdê, divê hûn ji perê rojavaya Agirîyê derên û ji kêleka cemê Mûradê ber bi rojavayê biajon. Rêyek dûr û dirêj, rêyek biçiv, bi berjêr û hevrazan ve pêkhatî ku bi qasî 100 kîlomêtreyî heye wê we ji Gîhadînê, ji Avkeviran derbas bike bigîhîne bajêr.
Di dawîya rêwîtîyê de gava dîmena Bazîdê wek panoramîk ber çevê we dikeve, di heman demê de herd çîyayên Agirîyê jî di dîmen de cîhê xwe digrin. Eger ew roj şansê we hebe, wê hewa vekirî be û çîya wê ji serî heta pêşa xwe li ber çevê we bi zelalî bixwuyê. Wê demê dîmenek bi efsûn wê ber çevê we rakeve û wê we bigihîne heyranîyek kevneşopî: Li jor Çîyayê Agirîyê, li jêr bajeroka Bazîdê.
Gava hûn ji jora Bazîdê ber bi pêşa çîyê hilpas bin, hûnê berê ewil Qesra Îshaq Paşa bibînin. Qesir, wek Manastira Sacra di San Michele pala xwe daye pêşa çîyê, ji jor ve li bajêr dinhêre. Gava we xwe gîhand derê qesrê, hûnê çi bizanibin ku hûn di heman demê de gihîştine afmosfera çîroka qedîm ya Mem û Zîn jî. Belê, Ahmedê Xanî, li kêleka Qesra Paşê, li ben de we ye.
Ehlên heremê yên Serhedî bawer dikin ku gava meriv çû Bazîdê, divê meriv miheqeq here ser Tirbeya Ahmedê Xanî jî. Ji ber ku meriv zîyaret neke, karê meriv jî rast naçe. Ji bo vê her roj kêmayî bi dehan kes, diçin li ser dia dikin û çîroka wî ya qedîm ya destana evîna Memê Alan ji bîr tînin.
Kurtayîya Çîrokê
Tajdîn û Mem hevalê hev in. Tajdîn kurê Wezîrê Dîwana Cizîrê ye. Mem jî kurê katibê dîwanê ye. Rojek, di meha Adarê de, di şahî û çalakîyên kevneşopîya kose de kincê jina li xwe dikin dikevin nav şênahîyê. Di heman şênehîyê de herd qîzên Mîrê Cizîrê, Zîn û Sitî ji hene û ewan jî kincê mêra li xwe kirine. Her çar, di qada şênahîyê de rastî hev tên û dilê wan dikevin hev. Ji bo ku hev winda nekin gustîlên xwe didin hev. Her wiha gustîla Sitî digihîje Tajdîn ya Zîn jî digihîje Mem.
Piştî waxta lelê wan Xezebûn dikeve dilqê hekîma li wan digere. Gava wan dibîne dewa gustîla dike. Lê ne Tajdîn ne jî Mem gustîlê xwe nadin û ji wan nahewin.
Evîna ciwanan di demek kurt de mezin dibe û di nav cumaetê de belav dibe. Herkes bi wan dihise. Mezin û rûspîyên Cizîrê diçin Sitî û Zînê ji Mîr Zeyneddîn dixwazin. Mîr, Sitî dide Tajdîn. Heft roj û heft şev dewat û dîlan dardixin. Herdik digihîn mirazê xwe.
Mîr, Zîn jî dide Mem, lê ji bo ku du dewat di heman demê de nebin, dewata Mem û Zîn paşve diavêjin. Lê xulamê Mîr, Bekoyê bêbext û fesat astengî ji evîna Mem û Zîn re derdixe û dike ku nehêle ew bigihîjin mirazê xwe. Her wiha ji ber tesîra fesadî û xirabîyên Beko Mîr ji qirarê xwe vedigere û dayîna Zînê betal dike.
Ev hal xemginîyek giran li Mem û Zînê bar dike. Rojek ku Mîr bi cumaeta xwe ve diçe nêçîrê, Mem û Zîn dizîka ve hev dibînin. Gava Mîr ji nêçîrê dizvira li wan diqelibe. Lê ji bo ku Mîr wan nebîne, Tajdîn agir berî mala xwe dide, xanîyê xwe dişewitîne. Her wiha dibe alikarê wan.
Rojek Mem bi lîstikên Beko dixape û bi Mîr re dikeve leca kişikê. Sê cara ji Mîr dibe. Cara çara Beko berê Mem dide pencera Zînê û her wiha bala Mem belav dibe û têk diçe. Neçar dîmîne evîna xwe ya ji bo Zînê îtîraf dike. Li ser vî Mîr wî diavêje zîndanê. Mem di zîndanê de ji hesreta Zîn jîyana xwe ji dest dide. Di merasîma cinazeya wî de Tajdîn jî Beko digre dikuje. Li ser xwestina Zînê herdik nêzê hev defn dibin. Dibên ku zîn qet ji mexberê Mem naqete û piştî waxtek ew jî li wir wefat dike. Her wiha Zîn jî li cem Mem vedişêrin.
Ev rûdan wek mesnevî wiha tê ziman:
Can çû bi canê mittesil bû,
Ew rihê bi rihê mizmehil bû
Derheqê min Memê nekey ‘ar
Gava dimirî Memê birîndar
Ez dê bi cennazeyê wî ra bim
Hetta vigê meqberan teba bim
Weqtê dimirim bidî tu destûr
Da min bikirin digel wî mestûrMin j’ alî wî derbider negêrî
Bê perde digel wî min veşêrî
Agahîya Çîrokê
Berhem li ser çîroka Mem û Zînê hatiye nivîsandin û ew bûyera Mem û Zînê di sala 1450/51’an de dema Emîr Zeyneddîn ji fermandarên Cizîra Botanê ye qewimiye. Ahmedê Xanî bi awayekî menzûm çîroka Mem û Zînê – ku çîrokek rast e- li pênûsê xistiye. Mem û Zîn di sala 1694-95’an de bi awayê mesnewî hatiye nivîsandin. Her rêza(misra) wê li ser 10 kite(heca) hatiye avakirin û ji aliyê kafiye ve pir saxlem e. Mem û Zîn, ji 195 beytan yanî ji 390 rêzan pêk tê.
Ev berhem ji van kesên eslî pêk tê; Mem, Tacdin, Zîn, Sitî, Dayê, Mîr, Beko. Xanî, di berhema xwe de taybetiyên xirabî, durûtî, fîtne û fesadî di şexsê “Beko” de kom kiriye. Taybetiyên qencî, rastî, bêsûcî, zeîfî û naçarî jî di şexsên Mem û Zînê de kom kiriye. Xanî, rewşa jiyan û civak û çanda wî zemanî bi hostatiyeke mezin bi beytên xwe neqş kiriye.
Giringîya Çîrokê
Girîngîya herî berbiçav ya Mem û Zîn ew e ku Ahmedê Xanî di nava sedsalekê wisa de ketiye derdê ziman û wêje û milletê xwe û ev berhema hêja û nemir weke wesîyetek ji me re, ji Kurdan re hiştiye da ku em jê sûd bigrin. Yekîtî, çand, milet û zîmanê xwe biparêzin. Girîngîya en mezin ya vê berhemê jixwe ji zimanê xwe tê. Ahmedê Xanî vê girîngîhê wiha tîne ziman:
Da xelq nebêjin ku Kurd bêmerîfet in,
bêesil û binyad in,
enwayê milet xwedankitêb in,
Kurmanc tenê bênesîb in.
Girîngîya Xanî
Ahmedê Xanî di sala 1650 yan jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.
Ahmedê Xanî netewperwerekî Kurd e û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Dubendîyên di nava Kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber wê ye ku wî di helbestên xwe de hertim behsa yekitiya Kurdan kiriye.
Welhasil, di xebat û fikirên xwe de Firdewsî ji bo Îraniyan, Platon ji bo Yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ahmedê Xanî jî ji bo Kurdan ew e.
Çavkanî:
Mem û Zîn – Wîkîpedîa
Nirxandina Wergera Mem û Zîn ê – ÇandName