Seregol û İntab

Dîrok

İntab, Waxtê Împaratorîya Osmanîyan de, girêdayî Senceqa Bazîdê ya Eyaleta Wanê bû ye. Piştî ku di 1919’an de dibe navçe, di sala 1927’an de bi Qerekilîsê(Agirî) va tê girêdan.

Bi gor gelek çavkanîyan, dîroka navçê dirêjî sedsala B.Z.XV’a dibe. Di wan sedsalan de her çiqas deştek ji yên rojhileta bakûrî ya Qralgeha Hûrrî-Mîtanîyan bûye jî, esas di bin serdestîya Ûrartûyan de tê xûyan.

İntab, B.Z. di sedsala VIII.’an de dikeve bin hakîmîyeta Medan. Serdestîya Medan heta ku li hember Persîya têk diçin, didome. Paşê herem dikeve destê Persîyan. Serdestîya Persan jî heta sedsala B.Z. 331’an dewam dike. Piştî muherebeya Îssos, herem, tev li Împaratorîya Îskenderê Mezin dibe.

Di sedsalên P.Z. 1. û 2.an de Romanî tên, li ser heremê bi Parsîyan re şer dikin. Lê Romanî hakîmîyeta xwe li ser rohilata Firatê nikarin tesîs bikin.  Di sedsala P.Z. 3. de piştî ku Parsî cîhê xwe ji Sasanîyan re dihêlin, vê carê şerê bi Romanîyan ra ji Sasanîyan ra dimîne. Lê di sala 642’an de Artêşên Îslamî, hakîmîyeta Împaratorîya Sasanî diqedînin û dibine serdestê heremê.

Ber bi dawîya sedsala VIII’an Tirkên ku Îslamîyetê qebûl kirine, di dewra Ebbasîyan de ber bi heremê dikişin, tên. Li ser vî Artêşên Bîzansî dixwazin li hember Tirka bisenin û nehêlin bikevin heremê. Di sala 1071’an de artêşa Alpaslan, bi alikarîya gelek eşîrên musliman yên Kurda, li Milazgirê bi Îparatora IV. Romen Dîyojen re şer dike û wan têk dibe, dikişe, dikeve heremê.

Piştî şerê Milazgirê, qederek Harzemşahî, paşê Moxolî tên dikevin heremê. Xêncî wan Îlhanî, Împaratorîya Tîmor, Karakoyunî û Safevî li heremê dor bi dor dibin serdest.

Jixwe wekî ku tên zanîn, pişti şerê Çaldiranê ku di navbera Yavûz Siltan Selîm û İranîyan de pêk hatîye, bi Peymana Qasrê Şîrin ve herem, di salana 1639’an de dikeve destê Osmanîyan.

Her çiqas di salên 1877-1878’an de bi şerên di navbera Osmanî û Rûsan de herem hey dest diguhure jî, bi Peymana Ayastefanos dîsa di destê Osmanîyan de dimîne.

Erdnîgarî

Zemîna İntabê, 1535 mitre ji sevîyeya behrê bilindtir e. Rûyê erdê, xwedîyê qarekterek zozanî û bi kend û kosp e.

Zivistan drêj û işk, havîn ziha, bihar kin e. Barîn, zivistana tim berf e. Demsala biharan de hey baran (şilî) dibare.

Çemê Mûradê ku milek ji yên Firatê ye di navbera navçeyê de derbas dibe.

Bakûrê navçeyê bi çîyayê Qiliçgedîk û Rûtan ve dorpêç e. Li rohilatê Eledax, li başûr û rojavaya başûr Qertewîn, li rojava jî Elmalî heye.  Li heremê daristan û hêşinahî tune ye.

Li bakûrê İntabê Zêdka, li rojhilat Xamûr, li başûra rojava Milazgir, li başûr de Panos heye. Navê din ya navende İntabê “Dutax” e. Mena xwe ji “du” “tax” a tê. Ji ber ku çemê Muradê di nav zikê navçe de dernas dibe, navçe dixe du taxa …

Serjimêr

Hejmera heremê li dor 35-40 000 e. Ji van nêzîkê 10 000 kes li navende navçe ye. 

Çalakîyên aborî bi zêdeyî cotkarî ye. Xwedîkirina heywanan, esnafî û bazirganî jî tamarên giranbiha ya aborîya heremê ye.

Seregol

80 gundê İntabê hene. Ji wan 14 gund ji Seregolê ne. Seregol, herema herî mezin û fireh ya İntabê ye. Sînorê wê, ji İntabê destpêdike te digihîje Milazgir û Panosê. Di nava wê de çemek zirav derbas dibe diçe digihîje Muradê. Çîyayê Qertewîn xemla Seregolê ye, ji sînorê Panosê destpêdike heta Milazgirê diçe. Di binpêşa Qertewînê de Cemalverdi, Qereqûyî, Gundê Elî, Hacîbotî û Hacîusif hene. Xêncî wan, Melehesen, Mîrze, Bedo, Gundê Mihê, Kêsa, Şemê, Xirbesork, Dêrik û Burnubûlax gundê Seregolê ne.

Navdarên Sereke yên Seregolê

Elmecîd Beg (1860-1930)

Seroké Eşîra Sîpkî ye. Elmecîd Beg piştî damezirandina Alayén Hemîdîyeyan de dibe serokén Alayén eşîra xwe  û  di şeré cîhané a yekemîn de li hember artéşa Ûris şer dike û Agirîyé, Qersé û Erzeromé diparéze. Zêde

Xalis Beg (1889-24 Îlon 1977)

Di serhidana Agirîyé (1926-1930) de bi Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heské Télî, Ferzende û Ardeşîr Mûradyan ve seroktî û péşengtîya serhildané kirî ye. Zêde

Evdalé Zeyniké (1800-1913)

Di sala 1800 de li gundek Seregolé, li Cemalverdî té dinyayé. Navé bavé xwe Mistefa, navé dayîké Zeyné ye.

Evdal hé 3 salî bû ye bavé xwe winda dike. Dîya wé bi seré xwe Evdal mezin dike. Ji ber vî jé re dibéjin “Evdalé Zeyniké”… Zêde

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen