Siloyê Hirç

Zivistanek din derbazbibû, lê zivistanê zêde berdewam kiribû, berfê rind berxwedabû û li erdê ranebibû, wusa bibû ku hinek kûlîk, gîhya û pincar bi  berfêra ketibûn nava  şer û pevçunê, canemerg û berfbelekan serî rakiribûn, eger berfê xwe hinekî sistbikira di nava hefteyekîda gîhya bibûna bostek.

Di malên kem gûndîyanda hîna alif mabû, Celalî bi kembûna alif biketibûna nava perîşanîyek mezin, ne lodên wan mabûn nejî di kadînanda kaya wan! Hinekan despêkî derxistina gûhnîyan kiribûn, gûnî ji binê berfê dihatin derxistin, sincê wan bi hûnerik mezin dihatin şewitandin, dura ew bi satûr, das, nalcax û biviran li ser sindiran dihatin hûrkirin, kerîyê mîyan, pêz û dêwêr, temamîya talîşe ew bi kefek mezin dixwerin, eger gûhnî nebûna  sedarsed pez û dewar birçîyan bi bê alifîyê qirbibûya.

Șivanên CÊlalîyan bona derxistina kerîyên mîyan biryar  girtin, Nîsan deh roj derbazbibû, ji vê zêdetir wan nedikarîya kerîyê mîyan hundirda bêhlin, erd hîna reșbelek bû, lûtikên çîyan hîna sîs bûn, Sîpan hîna bi kirasê sîs bû, li ser pişta Çîyayên Qertewînê berfê dijî germa Nîsanê seranserî û beramberî berxwe dida, gor salnamê bihar hatibû, lê sarbû, derengîya evarê û șevêda sarîyê mîrov dida hecicandin!

Biharbû; bi gûrîn û șîrqîna ewran, ajalên xewkirî radibûn, ew jî hêdî hêdî qul, în û şikewtên xwe derdiketin, hirça boz ku çandî gayekî bû, rabibû, lê birçîyanra halê wê nemabû, berku zivistanê zêde berdewam kiribû bez û rezervên wê gîhiştibûn niqira  dawîyê, hirça boz jar bibû, ji xurtîyê gelek daketîbû. Dema ew derdiket der, tîrêj û ronahîya rojê di serîda ew kor û sersem dikir, lê nava çend  katanda ew digehîşt rewşa xwe ya berê,  rih diket wê û ew nûva hêz û zindî dibû, ew virda û wêda diçû û derdor di nava xazeyêda kontrol dikir, temamîya Seregolê Intabê, temamîya Çîyayê Qertewîne, temamîya pana Panos û Ercîşê yên wê bûn, li derva kerîyên mîh û pezan, kerîyên talişan zêde bûn, carcara mîhyek, carcara ga û mangayek bi hirça bozra dibû xwerin, gundî û neçîrvan li pey hirça boz diketin, lê ew şopat û zana bû, wê herder nasdikir, kuderê avek heye wê dizanîya, li kuderê qul, în û şikevtek heye wê dizanîya, dema ew ji dêştan derdiket û digehîşt quntara çîyayan;  digehîşt ewleyîyê, ne gundî nejî neçîrvan dikarîyan ewqas li pey wê biçin û li wê bigerin!

Rizgoyê Xezalê şivan bû, ew bi xwe ji Êla Calalîyan bû, Celalî hez nav û deng bûn, heta Rojhilatê tor û  heza wan bÊlavbû, kerîyên mîyan yên wan hebûn, naxirên wan bi sedan ga û mangayan pêkdihatin, kem deveran gamêş jî dihatin xwidîkirin, wan naxir û kerîyên mîyan ji hev veketî dibirin çolê Rizgoyê Xezalê salan virda kerîyên mîyan dibir çolê, Mistoyê Devşîrîn û Siloyê Nadir bi wîra alîkar bûn, kerîyê mîyên wan; bi hezaran mîyan pêkdihat, piranîya mîyên wan cinsê Nordizê bûn.

Taybetmendîya Mîyên Nordizê hebû, ew  bi sêzde parxanî bûn, seranserî dinyayê mî dûazde parxanî bûn Cinsê Nordizê yê mîyan tenê li Kurdistanê hebû, ji Urartûyan virda ew cins nav û deng bû, ber  ku ew sêzdeh parxanî bûn, duyê wan mezin, şîrê wan zêde bû, ew gor mezinîya xwe xwidî zêde goştî bûn, herîya wan nerm bû, herîyekî nav û deng bû.

Vê salê zivistanê rind berxwedabû, berfê xwîna xwe di erdêda rihkiribû û ranedibû! Rizgoyê Xezalê bi gel du alîkarên xwe kerîyê mîyên Calalîyan derxistibû çolê, zûda alifê kesî nemabû, di milê Rizgoyê Xezalê Birnoyekî lûle dirêj dardabû, Birno, bapîrê wî ji wanra yadîgar mabû, bapîrê wî ew birnoya ji Tîflîsê ji Ûrisan kirîbû, di magazîna birnoya lûle dirêjda penc fîşek hebûn, Rizgoyê Xezalê ew birnoya bi kêfê kardianî,  di duhezar metroda tu tiştek li ber wî nedfilitîya, lê dîtin û kirîna fîşekan her tim ne mimkûn bû, ew fîșek li ser Bazara Rêş li Erziromê dihatin firotin, fîşek bi rêyên qaçax ji Tiflîs û Batumê dihatin, gor fîşekên Martînîyên din ew hinekî  biha bûn, ji ber  vê; bo kêfê kem cara fîșek dihatin teqandin!

Hirça boz ku zivistanek dûr û dirêj li paș xwe hiştibû, ji hêz û taqeta xwe ketîbû, dûrva bi dîtîna kerîyê mîyên Calalîyan nû ve rih ketibû wê, ew hêdî hêdî bi hunerek mezin nezîkî kerîyê mîyan dibû, cîh qantura Çîyayê Qertewînê bû, hewa sar bû, gor salnamê bihar hatibû, lê tu rewşek xwezayê hîna gor biharê negorî bû!

Kerîyên mîyan bÊlav bû, Rizgoyê Xezalê, Mistoyê Devşîrîn û Siloyê Nadir ji hev dûrketibûn, li gel Mistoyê Devşîrîn û Siloyê Nadir xencî Xençera Kurdan tu çekek tûnebû, tenê ew bi dest  ço bûn û tûrên wanda kurt û dirêj çend bilûren cûre bi cûr hebûn.

Parekî kerîyê mîyan  ketibû nava cîhyekî talde yê neqewî, hirça boz di virva nezîkî kerîyê mîyan dibû û xafilda galimî kerîyê dikir û mîyek digirt bin xwe û dûr diket, bi bezdana mîya û șopat șûnda zivirîna wan Rizgoyê Xezalê dûrva didît ku tiştek ne di rêdaye, wî zû berê xwe dida vî alî û ew bi bez di vî pîda diçû,  dema wî li gel mîyekî berate ji neqebê derketin û ber bi jêr reva hirça boz didît,  wî zû birnoya xwe ji milê xweda dadixwist û nîşan digirt, wî her penc fîşek li paş hev didan lûleyê, bi teqîn û gimîna fîşekan, Çîyayên Qertewînê radibûn û rûdiniştin, teyr radubûn, hirça boz neçîra xwe bernedida, ji penc fîşekên Rizoyê Xezalê sê ew digirtin, fîşekekê gûhyê wê yê rastê digirt û gûhê wê parçe dikir, fîșkekê navbêrka wê digirt, fîşekekê bi paşva hêta wê ya rastê digirt, hirça boz sê cîyanda birîndar dibû, lê wê dîsa jî dev neçîra xwe bernedida, ew birçi bû, lê xwîna mîya Nordizî nûva rih dikir laşê wê, hirça boz bi nêçîra xwe bê rawestan direvîya, şansê Rizgoyê Xezalê yê girtina wê tûnebû, dema șivanan kerîyê mîyan dikirin serhev û kerîyê mîyan kom dikirin, Mistoyê Devşîrin xwe xwera digot:

“Çi tê bila serê vê mîyêda bê, hirçê para xwe ya destpêka salê girt, Xwedê xencî vê kederîyek din nede!”

Ji Hirça boz xwîn difilîtî, ew sê cîyanda birîndar bibû, du fîşek  ketibûn nava laşê we, yêkî gûhyê wê girtibû, parçekiribû û derbazbibû, dema xwîna goştê mîhyê di gewrîya wêda çûbû rih ketûbû wê û ew zindî bibû, wê ha ho, hey hî, çalo û çola şivanan dev ji nêçîra xwe bernedabû, rêda wê him  nêçîra xwerîbû him jî bê rawestan çûyîna xwe berdewam kiribû.

Laşê hirça boz hîna germ bû, dema qerîna şivanan tam dihate birîn wê xwe nava ewlehîyêda didît, hêtên dawîyê yên mîhê wê ne bi lez xwerîbû, lê dîsa ew nesekenîyabû û wê rev û çûyîna xwe berdewam kiribû. Bê rawestan ji hirça boz xwîn filitîbû.

Hirça boz ya birîndar bê rawestan heta Dêşta Panosê banzdabû, li Deşta Panosê ti darek tûnebû, li vir hema hema berf nemabû, li erdê tenê cîhyên bakutda hîna berva serhevkirî hebû, sal hebûn  cîhyên bakut heta derengîya meha Gulanê av diherikandin, li vir  hinek cîya av dibû hop û avzeng.

Berku idî hez û taqeta hirça boz nemabû, ew cîhyekî talde yê ewle gerî û li vir dirêj bû, ew li vir hevîya kiras gorîna xwe ma, laşê wê hêdî hêdî sar dibû, dema dît ku idî tu car nikare rabe, ji Xwedê daxwezîya xwe ya herî dawîyê xwest, got:

“Ya Xwedê min ji vê rezîlîyê xilas bike, carek din eger tu min bînî dinê, min wekî însanekî bîne dinyayê, idî min tu car neke cinawir û min wekî cinawir meyne dinyayê!”

Hêdî hêdî pişta çavên hirçê giran dibûn, çilkên xwîna dawîyê li ser erdê axmê dibûn û didarivîyan nava erdê,  destpêka vê salê hirçêra xêrek neanîbû, ew neçîra xwe ya yêkhemda dihat ditîn û bi fîşekên Rizgoyê Xazalê dihat kwin û kwindelîkirin.

Moryem Xanê qîztîya xwe li Stembolê derbazkiribû, her tiliyek wêda huner û marîfetek  hebû, ew Stembolê, fêrî durîn û xwerinên cûrebicûr bibû, heta wê tîpên Osmanî dixwend û dinivîsan, ew ji Êla Şemskîyan bû. Moyrem Xan jinekî bejn tenik, navkêl zirav, por xelekî bû, çavên wê mezin bûn, dema ew rêva diçû erd dihejîya, tevayîya serîyên Şemskîyan di pîyê wêda diçerxîyan, ew kem cara distirîya, sitrîyana wê ne bo komekê nejî bo nas û dostan bû, dema kefa wê dihat û ew tenê dima distirîya. Sitrîyanê cansivikîyek dikir ser wê. Wê bi Nadoyê Ûsivra mêrkiribû, Nadoyê Ûsiv jî mêrekî çeleng yê pahlawan bû, ew him sipehî bû him jî baldar,  wî ji Moyrem Xanê zehf hezdikir, bo kirîna pirtî, quxşane û mencêlan ew carek din çûbû Erziromê, sê heftan şûnda ew zivirîrîyabû Panosê, Moyrem Xanê bîrya wî, wî bîrya Moyrem Xanê kiribû, dema ew dihatin cem hev, ew bi mirç û maçan serhevdiketin û nêzîkî hev dibûn, binketin, serketin, mizdan û hezikirana wan gelekî berdewam dikir, Moyrem Xan di vî katîda bi qêrîn, nalîn û oxan xayzî diçû, li ser vê hevrabûna tîn  Moyrem Xan duhalî diket.

Tiştekî balkêş bibû, di kata kiras gorîna hirça bozda Moyrem Xan duhalî ketî bû, ew cara çara bû ku Moyrem Xan duhalî diket!

Li ser vê nêzîkbûnê roj û meh derbazbûn, wext herikî, zikê Moyrem Xanê herçî çu mezin bû, idî dîyar bû, Moyrem Xan carek din duhalî ketîye, Nadoyê Ûsiv ku ji axa û begleran bû, bi vê duhalî ketina Moyrem Xanê; kefxweş, bextîyar û serbilind bû, li Panosê him dûkanên wî him jî kerîyên mîh û naxirên wî hebûn, ew xwe dewlemend bû û ji malek dewlemend dihat, dema wî Moyrem Xan xwestîbû, kesekî jî wîra tu astengek dernexistîbû, çelengî û spehîtîya wî serê Moyrem Xanê zivirandibû, Moyren Xanê pînek li jîyana Stembolê dabû û wê biryara xwe bo jîyana Panosê, bo Nadoyê Ûsiv dabû, qîz û law sê zarokên wan hebûn,  bo hatina xwe ya Panosê ew tu car poşman nebibû, di nava salan da evîn û hezkirina wan mezin bibû, ew her roj ji bona hev dişewitîyan, Patnosîyan ew bi tilîyan nîşan didan, di malên din da şer û pevçun hebûn, qutan û lêdan hebûn, lê tiştên wusa bo Moyrem Xan û Nadoyê Ûsiv xerîb bûn.

Li paş neh mehan tutikekî wan dibû, şahbûna wan bi vî tutikî mezin dibû, serbilîndî û bextîyarîya wan; serê wan  digehîşt lûtika çîyan, wan navê vî tutikî Silo dadinan, Silo wekî topa nûrê bû, gor zarokên din ew xurt û pahlewan hatibû dinyayê, dema ji wîra dihlehîstin; wî bi pizeşkîya xweda peyên xwe dikirin ço û dixwest rabê, Silo di deh mehîya xweda radibû ser peyan.

Ew hîna ji şîrê dayîkê nehatibû birîn, rojekê Silo di hemêza Moyrem Xanêda bû û wê goşt û savar dixwar, Moyrem Xané dît ku Silo di nava ronîya çevên wêda dinerî û bi zimanê xwê lêvên xwe dialise, ça ew bibê:” Goşt bide min, ez jî dixwezim goşt bixûm!” Moyrêm Xanê tikeyek goşt girt û da ser ĺêvên Silo, wê xwest Silo biceribîne, ka Silo goşt bimijê an na? Dev ji mijînê berdin, Silo bi zorê ew tîkeya goşt kişand, bê dûdan devê xweda bir anî û daqûland. Moyrem Xan ma nava heyîrîyêda, wê rojê șûnda Silo dev ji şîrê dayîkê berda, Moyrem Xan bi şîr tijîbûna berên xwe perîşan bû, we mehan şîrê xwe wer dot.

Silo goşt dixwar, xwerina wî idî tenê goşt bû, dûdanên wî zû hatibibûn û temambibûn, dema Silo sê salî dibû navê wî derdiket “Siloyê Hirç” wî eger rojê penc cara goşt nexweriba dîn dibû, ferqek mezin di mabeyna wî û zarokên dinda hebû!

Siloyê Hirç zû mezinbû, sê rojanda carê bo wî mîhyek dihat şerjêkirin, xwerina pincar, fasûle, lobî, nok, nîsk, rîz û kundiran xoşa wî nediçû, heta wî goşt bê nan dixwar, dema ew dubû hevdeh salî dawa zewacê ango dawa serî û çavkirinê dikir, virda û wêda bo Silo dihat pirsîn, ji Dutaxê bigirin heta Ercîşê, ji Ercîşê bigirin heta Tux, Xîzan û Reşadîyê, ji Tux, Xîzan û Reşadîyê bigirin heta navenda Bilîs û Mûşê bo wî qîzek şîrhelal ya spehî û çeh gerîn, wan bûka ku wekû xanim bo Siloyê Hirç li pey digerîyan gundekî Xîzanê di nava Eşîra Şemskîyanda dîtin. Qîzik bedew û spehî bû, gelekan bo wê deng kiribûn, lê wê her car ew şûnda zivirandibûn, qîzik; qîzika meleyekî nav û deng bû.

Navê qîzikê Gulê bû, Gule carekê Siloyê Hirç dîtîbu, lê wê ew bi xwera wekî malxo nidîtîbû, bo wê ew jî wekî mevanên din mêvanek bû, Şemskî bû û ji Panosê hatibû! Bo Gulê hatin û çûyîn bûn, bavê Gulê ku Mele bû, li pey rêyekê gerîya û xwest gel Meleyê Panosê eleqat bigirê, wan hevûdu nasdikir, ew şagirdên yêk medreseyê bûn.

Roja  dîtîna herdu Meleyan li bajarê Mûşê hate ber bîvîla wan, nasekî wan yê hevpar çûbû nava dîlovanîya Xwedê, ew bona serîxweşîyê hatibûn Mûşê. Bavê Gulê gotina xwe virda û vêda bir û pirsa xwe anî ser Siloyê Hirç, wî aşîkar pirsî, got:

“Siloyê kurê Moyrem Xanê û Nadoyê Ûsiv merivekî çawa ye?  Ew qîza min dixwaze!”

Meleyê Panosê li wî zivirand û gotina xwe got:

“Ezbenî Silo zilamekî başe, zîreke, tu car mandî nabê, ew kem xewdike, her tim li pey xebat û kare, eger ew keviran bigûvişe bizane ku ew ji wan avê derbixîne, eger qîzek min hebûya û wî qîza min bixwesta, min taf qîza xwe bidana wî û ew bi xwera bikira zava, lê qisūrek wî heye; xwerina wî tenê goşt e, rojê penc cara goşt dixwe, ji serteştê bigir heta şîva êvarê ew goşt dixwe, eger rojekê goşt nebû, pişikekê bi wîra şerjêbike, bipêjê û bide ber wî, ewê bi vî goştî jî şah û bextîyar be û bixwe, xwerina wî bila tenê goşt bê bese! Ew hezkarê goşte, bê goştî bo wî wekû mirinêye! Ji ber vê hêla me ji Silo ra Siloyê Hirç tê gotin, ew xurt û pahlawanê lê wîra sedema Siloyê Hirç gotin  goşt xwerina wîye, ne pahlawanîya wî!”

Di mabeyna Panos û gûndê Meleyê Xîzanêda, hatin û çûyînan berdewam kir,  di dûmayîkêda di heşdeh salîya Gulê û Siloyê Hirçda  daweta wan hate kirin, daweta wan bi şev û roj nezîka heft rojan berdewam kir û ew gîhîştin mirazên xwe, di nozdeh salîya wan da zarokê wan ya yêkhem li vê cîhanê çavên xwe vekir, ew bi salan  dûşa hevra bûn! Deme Siloyê Hirç digehîşt bîstûpenc salîya xwe; wi di jîyana xweda 3333 mîh, 264 bizin, 13 ga xwerîbûn, li vir nava bîstûpenc salanda behsa jimara mirîşk, dîk, ordek, qaz, kew û bethên ku terefa Siloyê Hirçda hatibûn xwerin nakim!

Dema Siloyê Hirç û xanima wî Gulê gîhiștibûn bîstûpenc salîya xwe çar zarokên wan hebûn sê kur ū qîzekê, ji kerîyê mîhyan tu tiştek nemabû, tênê li ber destên wan sê ga û dû çelekên çeh mabûn, Siloyê Hirç dîsa ketibû nava gengaşîyek mezin, krîza goşt xwerinê ew girtîbû, lê wî nava bîstûpenc salanda paşîya kerîyê mîhyan anîbû, bê goşt ewé sedarsed bimirîya, wî gotina xwe li gel Gulê Xanimê yêk kir û ji sê gayan yêk da şerjêkirin, goştê wî gayî nezîka duh mehan têra wî kir. Dura wan dî ku li Panosê bona wan şert û mercên debarkirinê nemanê  wan plana barkirinê kir, gelek nas û dostên wan çûbûn bajarê Mersînê. Siloyê Hirç du ga û du çelekên mayî bi bihayek rind firotin, bi perêyê du ga û du çelekan wan berê xwe dan Mersînê, mala xwe kamyonekê barkirin û rêketin, rêya wan nezîka du rojan berdewam kir, dem ew wekî malbend gîhiştin Mersínê, xerîbîyê bo wan destpêkir, zarokan Tirkî nedizanîyan, Tirkîya Gulê Xanimê û Siloyê Hirç reşbelek bû. Silo bi pereyê heyî bi alîkarîya nas û dostan daîreyek peyda kir, daîrê qatê dûdîyan bû, mala wan ya Patosê mezin, fireh û çend qat bû, daîreya Mersînê bi wanra wekî kodesek piçûk dihat. Silo zû bi xwera kar peyda kir, ew cîwan û xurt bû, bo wî karên giran tûnebûn, Gulê di malda destpêkî dûrîna kinc û kolan kir, şansê wan yawer çûbû, Siloyê Hirç idî goşt ji qeseban dikirîya, wî gor perê xwe dikarïya bê sînor goşt bikire.

Di nava çend salanda wan çend daîre û du dûkan kirîn, dûkanek li navenda taxê bû, di vê dukanêda cil û berg dihatin firotin

Qesabek hebû navê wî Samî bû , Samî xelkê Şirnaxê bû, bi goşt kirîn û firotinê Samî û Siloyê Patnosî bi hevra bibûn dost, li vir kesî nedizanîya Silo Siloyê Hirçe, ji wîra her kesî digot  “Silêman Beg!” Qezenca Gulê ku jêra idî “Gul Xanim” digotin û qezenca Siloyê Hirç ku idî ji vîra “Silêman Beg” digotin  gelek baş bû, lê piranîya qezencê bo goştê Silêman Beg diçû, pewîst bû Silêman Beg ji vê xerca mezinra çareyekê bibînya;  wî virda û vêda kir û dûkana xwe ya ku cil û  berg dihatin firotin; da valakirin, dûra ew hûnerik nezin keti bin çengê Qasap Samî, wîra got:

“Tu li vir pereyekî mezin bo kirê didî, tu qezencek ji tera namîne, di navênda taxê dûkanek min heye, cîhyê xwe gelek başe, dûkana min li koşeye, her roj li virva hezaran kes derbaz dibin, em hevalin, ez ji tê kirê mirê naxwezim, were bikeve dûkana min, tenê her roj hinek goşt teze bide min bese, em wekû malbat ji goşt hezdikin, roja ma bê xwerina goşt derbaz nabê!”

 Qasap Samî fikirî û bi xwe xwera got:

“Ma pewîstîya malbatek şeş gewrî bi goştra çiqas be!” Samî pêşnîyara heval û dostê xwera erê got, wî kirê nedaba û qezenca wî pêşerojêda zêde bibûya!

Samîyê Şirnaxî hat ket dûkana Silêman Begê, karê wî baş dimeşîya, mişterî û kirdîyarên wî zêde bibûn, lê goşt xwestina Silêman Beg jî bê mînak bû, wî her roj ewqas goşt dibir, tu qezencek mezin ji Samîra nedima, Samîyê Şirnaxî her hefteyî ji perê xwe yê girêdayî pere xerc dikir û goşt dikirî, li bankayê perê wî yê girêdayî herçi çu kêm dibû, di nava şeş mehanda Samîyê Şirnaxî top avit, banka û şexsanra dêndar ket, mecbûr ma wî dûkana xwe bi zerarek mezin da girtin, berê dema wî kirê dida; ew padîşah bû û wî gelek perê serhevkirîbû, dema ew diçû bankayê; rêvebirê bankayê dihat û peșîwazîya wî dikir, şeș mehan șûnda ti giranîyek  Samîyê Şirnaxî nemabû!

Siloyê Hirç di jîyana xweda yêkhemcar bê goșt mabû, lê ew di nava pavayjoyda bibû 166 kîlo, berku ew êdî dêrîva derbaz nedibû, wî necar û hosta aníbûn û derîyê daîreyê nû va  dabû çêkirin,  wî derîyê malê gor xwe dabû firehkirin. Siloyê Hirç ji halê xwe nerazîbû, idî rêya Panosê bo wan hatibû girtin, zarokan wan destpêkî medresê kiribûn û ew fêrî Tirkî bibûn, li vir di navenda bajêrda piranî Tirkî dihat xeberdan.

Wisa bibû ku zikê Silêman Begê hatibû ber devê wî, wî stûxwir girêdabû, stûyê wî idî stûbûnê derketîbû, di paşda stûxwira wî qat qatî bû, pêşva gerdanê wî wekû balgîyekî tijî dîyardikir, reva çûyîn û hatina Silêman Begê giran bibû, dema ew rêva diçû  dixîzîya, solix girtin û dayîna wî ji wîra bibû kêşa.

Di rojên dawîyêda deşek ketibû sing û pîlê wî yê çepê, carcara dêşê pişta wî ew kwin dikir, çend cara heşên wî çûbûn û ew werşîya bû.

Rojekê ew teze gîhîștîbû  mal, ji sûkê șûnda zivirîbû, heşên wî diçûn û dilê wî tevdida, Gul Xanimê di mitfexêda goşt dabû ser êr, bi tarpînîyek mezin Gul Xanim revîya salonê, SIlêman Beg ketibû erdê, bi qîrîna Gul Xanimê nişkavda cîran di vê salonêda berhev bibûn, ji wan yêkî têlafúnî ambûlansê kiribû, ji cîranan yek pizeşkekî malnîşînî bû, wî qefsînga Silêman Begê vekiribû û destpêkî masajê kirîbû, Gul Xanim û cîran mitmayî ketîbûn, heta hatina ambûlansê pizeşkî masaja xwe berdewam kiribû, wî çend cara jî pifî bîvila Sileman Begê kiribû, Sileman Begê solix nedigirt û hoyja wí jî wî nebû, dema ambûlans hat, pizeşkê malnîșînî nava kehl û xwîyêda mabû, ambûlansvanan masaj berdewam kirin û qefsînga wîra defîbîlator girêdan, çend cara ew dan şokê, Silêman Begê nûva solix girt û çavên xwe nîv mirî vekirin, ambûlasvanan xwestin Silêman Begê raî ser çardarê bikin û bibin, lê ew li ser çardarêda cîh nebû, wan birêxek stur anî û Silêman Beg alîkarîya cîranan velqilandin ser birêxê, û bi şeş kesan ew birin jêr,  derxistin der, li jêr Silêman Beg di ambûlansêda cîh nebû, cîranekî çû zû kamyonetek anî, orxanek mezin peydakirin û di kaseya kamyonetêda rêxistin, Silêman Beg li ser vê kamyonetê dan ramedandin, ambûlansvanek di kasaya kamyonetêda li cem wî ma, ambûlans li pêşîyê kamyonet li paşîyê ew rêketin û wan berê xwe  da nexweşxanê cîranekî Gul Xanim girt otomobîla xwe û ew jî li pey wan çûn.

Di rêda Siloyê Hirç çavên xwe nîv vekirin û got:

“Xwedayê mezin eger tu min carek din bînî dinyayê  min ji vê rezîlîye xilaske û min wekî teyrek piçûk

bîne dinyayê, ber ku ez bikarim firdim!


Ji Tûrê Çîrokan


 

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen