Xalis Beg (1889-24 Îlon 1977)
Di serhidana Agirîyê (1926-1930) de bi Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heskê Têlî, Ferzende û Ardeşîr Mûradyan ve seroktî û pêşengtîya serhildanê kirî ye. Di demajoya serhidanê de, di muzakereyên bi Komara Tirkîye’ye re wekî delegeya Komara Agirî’yê wezîfe hildaye. Piştî têkçûna serhildanê diçe derbasî Îranê dibe, ji wir diçe Başûr, salek du sal li cem Mele Mistefa Barzanî dimîne.
Piştî efûyê dizvire welat. Di navbera salên 1946-1960’an de, di Partîya Demoqrat ya Adnan Menderes de dibe parlementerê serdemên 9. 10 û 11. ya Agirî’yê.
Xalis Beg, di dîroka Parlementoya Tirkîye’yê de, parlementerê yekemîn e ku zimanê xwe yê zikmakî wek Kurdî dide qeydkirin.
Xalis Beg, piştî Derba 27 Gulanê mişextê Yassiada’yê dibe. Li wê derê tê darezandin. Ji ber ku Tirkîtî zêde nizanibîye, xwe him bi Tirkîtî him jî bi Kurdî diparêze.
Li hemder sûcdarkirina ku makezagon binpê kirîye de xwe wiha diparêze: “Vallahi Hâkim Bey, Anayasa’nın ayaklarımızın altında olduğunu bilseydim hiç çiğner miydim ?”
Ji alîyê Dadmendîya Bilind a Yassiada ve 10 sal cezayê hepsê dixwe. Piştî cezabirînê dişînin Hepsa Qeyserîyê.
Hevalê wî a nivîngehê Abdülmelik Firat, di pirtûka xwe ya bi navê “Firat Mahzun Akar” de behsa serpêhatîyên Xalis Beg dike.
Xêncî vî, Samet Ağaoğlu ku wezîrek ji kabîneya Menderes e, di pirtûka xwe ya bi navê “Marmara’da Bir Ada” de, behsa helwest û ûslûba wî yê bi espirî, yên di mehkemê de li hember hakim, dike.
Xalis Beg di 24 Îlon 1977’an de li Seregolê, gundê Qereqûyê wefat dike.