Yezdanên Mezopotamyayê
Mîtolojîya Mezopotamyayê bi olên Sûmeran pêktê. Ev ol, bi hêzên gerdunî, alav û heyînîyên wek yezdanên antropoorfîk û xwedêyan ve xwe dane der. Di bawerîyên Sûmeran de yezdan berê însana ji bo koletî û xulamtîya xwe afirandine paşê azad kirine.
Olên Mezotamyayê her çiqas BZ 400dan de winda bûne jî ji ber ku tesîra wan li ser olên wek Cihû, Xaçperezî, Îsamîyetî û Mandaîzmê yên dunyaya modern hebûne, heta roja me balkêş mane. Gelek çîrokên ku di Tevratê de hatîye gotin ji mîtolojîya Mezopotamyayê hatine hildan. Baxçeyên Aden, tûfan, kela Babîlê, Nemrûd û Lîlîth mînakê sereke yên ji wanin. Em di Destana Gikgamîş de jî rastî hinek ji van çîrokan tên.
Yezdan û Xwedê yên ku ji Sûmeran hatine, di olên Mezopotamyayê de cîh girtine. Evan di heman demê de di bawerîyên Akad, Asûr û Babîlan de jî xûyane. Wek mîtolojîyên Yûnana, gelek mîtolojîyên qewmên ku koç kirine hatine Mezotamyayê jî ji van ol û bawerîyan par hildane.
Di Mezopotamyayê de çanda bajarîyê cîhek girîn û mezin heldaye. Bi giştî perestgeh di bajaran de çêdibûn û ew bajar herwiha dibû navenda bawerîyê. Di nav van bajaran de yên ku herî derketibû pêş Nîppûr e. Li Nîppûrê yezdanê sereke Enlîl e. Enlîl di heman demê de yezdanê sereke û pêşketî ya Mezopotamyayê ye.
Rulyaf, hêykel, rezmên dûwara û alavên din yên ku bi destan çêbûne û heta roja me hatine nîşanên me didin ku Şaristanîyên Mezopotamyayê yên li herema Asyayê wek Sûmer, Babîl û Asûrên antîk di derheqa kosmozê de hêzên xwe yên heyalê bi jîrî û zindî taswîr kirine. Di nav van nîgaşên kolektîf de îlah û yezdanên kozmoz û hêzên xwezayê hene. Ewan xwedîyên girîngîya hînbûna cotkarîyê yên ku di navbera çemên Firat û Dîcleyê de destpêkirine ne. Bedîadem bi saya wan erdê çandîye û bi awayî têritî û bereketê bidestxistîye.
Înanna û Îştar
Stêrka bi heyşt koşe ye. Di Şaristanîyên Babîl û Asûran de sembola Înanna û Îştar e. Înnana Xwedêyê Sûmera ye û nîşana eşqê û zayendîtîyê ye. Îştar jî dîsa di heman şaristanîyan de yezdanê şer e. Venîsê temsîl dike.
Taîmat
Gorî destana Babîla Enûma Elîş, Xwedêyê erjeng ya ava şorê ku bi Mardûk re şer kirîye ye. Gorî destanê Mardûk mêrê wê Apsû kuştîye ku yezdanê ava şirîn bûye. Taîmat bo kaosa yekem wek navhevîya ejderha û mer terîf dibe.
Mardûk
Hêza wê ya ku dikaribe bahoz û bagera bipekîne hebû. Taîmatê têkbirîye, erd, ezman û bedîademan afirandîye. Wek parêzgerê Babîlê pê dihate bawerkirin û hebandin. Di nav Sûmeran bawer dikirin ku ew hînkar û hostayê yekem ya cotkarîyê ye. Wek bêrek sêkozî terîf dibû.
Adad
Yezdanek ezmanî ya Mezopotamyayê ye. Xwedîyê hêz û hunera barandina baran û derxistina bagerê ye. Di berhemên huneran de wek alavek bi sêçetel terîf bûye.Ew sîmgeya brûskê ye. Her wiha ev sîmge him otorîte him jî hêz û quweta wê yê kujende nîşan dide.
Yezdanên Din
Anû: Yezdanê cinetê ye. Yezdanê sereke ye serdema zû ye. Piştê waxta Enlîl di dewsê de cîh digre. Di demên xwe de li her derê Mezoptamyayê de pê bawer dibûn. Perestgeha wî di bajarê Ûrûk da bûye.
Enlîl: Yezdanê hewa û bagerê ye. Di mîtolojîya Mezopotamyayê de fîgûra herî pêş e. Di demên dirêj de seryezdanê Mezotamyayê bûye.
Enkî: Yezdanê avê û erdê bûye. Perestgeha wê yê bi navê Eabzû li bajarê Erîdû de bûye.
Kî: Yezdanê dunyayê bûye. Peresetgeha wê li Erîdûyê bûye. Ji mîtolojîya Sûmera ne.
Aşûr: Seryezdanê Asûra ne. Li bajarê Asshûrê bûye.
Nînlîl: Yezdanê afirdêr ya Sûmeran e. Perestgeha wî li bajarê Nîppûf bi navê Ekûr e.
Nanna: Yezdanê Sûmer û Babîla ne. Xwedêyê hîvê ye. Li bajarê Ûrê ye.
Ûtû: Yezdanê Sûmer û Babîla ne. Xwedêyê hîvê ye. Yezdanê royê ye. Li bajarê Zîppar e.
Nînûrta: Yezdanê Sûmera ye. Bûye yezdanê pan-mezoootamyayî. Li Lagaşê ye.
Çavkanî: 1. Semboller Nasil Okunur – Clare Gibson, 2. Wikipedia
Înanna û Îştar
Taimat (Tiamat)
Marduk
Adad
Enkî
Nînûrta
Aşûr
Ninlil
Nanna